Rojhilatê Kurdistanê di nava girtîgeha rejîma Îranê de erdzemînek e ku lê çalakiyên civakî û siyasî tên astengkirin. Dema mijar jin bin, rejîm bi temamî vediguhere rikeheke ji pola û hawîrdorê di warê siyasî û civakî de li jinê teng dike. Hevseroka Partiya Jiyana Azad (PJAK) Zîlan Vejîn li ser rewşa jinê û têkoşîna azadiyê ya tevgera Kurd û jinên Kurd, ji rojnameya me re peyivî. Vejîn rejîma Îranê wekî rejîmeke baviksalar a ku li ser reda nasnameya jinê afirandî pênase dike û weke çareseriyê jî îşaret bi serwextkirina jinê, xurtkirina birêxistinkirina wê û misogerkirina parastina wê dike.    


Di civaka Rojhilatê Kurdistanê de jin kî ye û cîhêkî xwe yê çawa heye? 

Li Rojhilatê Kurdistanê, wek hemû civakan, heta niha jin nebûye xwedî nasnemeyeke aîdê xwe. Her tim nihêrîneke dînî, mezhebî, erfî û feodal heye û bi vê jî heta niha pêşî li bipêşketina jinan hatiye girtin û di malê da hatine asêkirin. Cihê jin di îran û bi gîştî Rojhilatê kurdistanê ne di dilê civakê û hemû qadê deye û li civakê hatî marjînal kirin. Heta destûra bingehîn a Îranê li dijî mafê jinan e û bi tevahî li gorî mafê zilaman hatiye nivîsandin. Wek mînak jina zewicandî nikare daxwaza hevberdanê bike û ji bo wê jî bi salan bi pirsgirêkan re rûbirû dimîne. Cudakerî di mafê kar de heye, jin nikarin di her karî de cihê xwe bigirin, û di milê spor, muzîk û li pirr meydanên din astengî ji bo jinê hene. Li Rojhilatê Kurdistanê li gorî hemû pîvanên malbatê, bav, bira û mêr ji jinê re rola wê diyar dike. Armanc ew e ku jin li gorî adetên mezhebî û dînî rabe û rûne, û bi ya "xwediyê" xwe bike. Ji ber ku jin ne ya xwe ye. Jina ku xwedî hebûn, xwebûn û bi giştî xwedî li mafê xwe derkeve, ew jin nayê qebûlkirin û herdem tê sil û dûrkirin. Di civaka Îranê de dema destdirêjî li jinê bê kirin dîsa ya tohmetbar ew e. Eger xwe biparêze jî tê cezakirin. Mînaka vê jî Reyhane Cebarî ye ku li Tehranê sala 2014´an rastî buyereke bi vî avayî hat û cezayê darvekirinê lê hat birrîn.


Zewaca di temenekî piçûk de, lêdan, şidet, xweşewitandin, hevberdan, kuştinên li ser navê qaşo namûsê, di civakê de çawa bi pirsgirêkên bi vî rengî re miamele tê kirin? Ev tesîreke çawa li jinê dike?

Jinên îranê bi salan ne wekhev hatine hesibandin û heta niha ti hewldana dewletê ji bo naskirina mafê jinan çênebûye û roj bi roj qanûnên nû li dijî jinê çêdike. Li Îranê jin di warê hiqûqî de bê pişt e, û her wiha sîstema hikûmeta Îranê ji bo ku bi çavê namûsê li jinê dinihêre û tevna civakê jî sunîtî ye; ew jî hemû bûne sedem ku jin ber bi întîharê û xwe şewitandinê ve biçin. Zevaca keçên hîna zarok, weke qanûna şerîetê dibînin. Yanî normal dibînin. Lê bi giştî civak bi xwe li dijî vê nêzîkatiyê ye. Mînak her roj jin têne kuştin jina ku xwe dikuje û dişewitîne jî di encamê de tê kuştin, sedema kuştina wê dîsa ev hişmendiya cinsiyetperest û desthilatdar e. Sedema bêrefleksmana civakê jî bi çavê namûsê nihêrîna li jinê ye. Di heman demê de li cem jinê, bê bawerîbûn, bêhêzî û bêîrademan bi pêş xistiye. Lê dîsa jî, eger jin dikare xwe li êşa xwe kuştin û şewitandinê radigire û evqasî wêrek e, hingê naxwe, êdî ew xwe li vê sîstemê ranagire. Ji bo vê jî heger jin li Îranê di warê siyasî, civakî, rêveberî û dem û dezgehîn biryardayînê de cih bigrin, bêguman wê karibin di çareseriya pirsgrêkên xwe de bêhtir serketî bin, lê ev maf li jinan hatiye girtin.


Baş e, rejîma Îranê li ku devera vna pirsgirêkan e, hewl daye çareser bike?

Rejîm li serê wan pirsgirêkan e. Ne ji bo çareserkirina wan, ji bo ku kûrtir û demdirêjtir bike hewl dide. Rejîma heyî li ser kûrkirina van pirsgirêkan hebûna diparêze û lingê sîstema xwe qehîm dike. Pirsgirêka jinê wek krîza sereke ye û pê re jî jinê ji jinê dûr dixe û jê sil dike. Ev rejîm dizane, heger jin bi hêz û îrade bibin, ew ê cesareta xwe li beramber rejîma heyî bi kar bînin, di demeke pirr kurt de dawî li rejîma heyî bînin. Ji bo vê jî Îran rêjîmeke li dijî jinê ye, û bi zanebûn di çareserîya pirsgirêka jinê de ti gavê naavêje û tirsa wê li potansiyel û hêza jinê heye. Ji ber wê jî hemû rêyên bipêşketinê û xwe nîşandana di civakê û sîyasetê de li pêşîiya jinê astengî çêkirin.


Ma mirov dikare ji sîstemeke wisa ku jin tê de ne xwedî cih e, mafê jinê yên hatina-hilbijartinê nebe di saziyên hikûmetê de, li benda çi be?

Di encamê de rewşeke ku civakeke bi zîhniyeteke desthilatdar û dîktator ava dibe û bi rê ve diçe. Di pergala dewleta Îranê de jî heman tişt niha tê jiyan. Di heman demê de di rejîmeke wek Îranê de jin ji xwe di asta jor de nayê hilbijartin û mafê hilbijartinê û dengdayînê nayê wê wateyê ku jin di meydana sîyasî de aktîf in, ji ber ku hilbijartin ne demokrasî ye. Nebûna jinê di meydana sîyasî û bi gîştî saziyên hikûmetê de civak û sîstemê ber bi serdestî û îqtidarê dibê û dibe sedem ku rewşa jin û pirsgirêk neyê çareser kirin. ji ber ku jin baştir dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Li Îranê ti cara jin li meydana biryardayînê cih negirtiye. Di vê pergala heyî de jin tenê bi çend saziyan re sînordar hiştin. Sebab jî siyaseta cinsiyetparêz û mêrsalar a heyî ye. Ji ber vê jî rejîmeke ku hîna di asta herî jêr de ji jinê re fermiyetekê nas nake ti encameke mirov jê hêvî jî bike nîne. Jixwe, ev rewşa heyî ya encamên pirr xeter ji bo dewletê û pirr baş ji bo jinan û civakê jî bîne. 


Helwêsta we ya prensîpî li Rojhilatê Kurdistanê weke tevgera jinê li dijî vê rewşê çi ye?

Hewldana me ya sereke ew e ku em bi perwerdekirinê asta zanista jinê bilind bikin û bikin ku xwe bi rêxistin bike. Ji ber ku di roja me ya îro de ev nebe, ne mumkin e ku bi daxwaza ji rejîma heyî guhertin di sîyaset, kiryar yan jî destûra bingehên de çêbibin. Jixwe, em dibînin ku di xala yekê ya ji bo jinê ya destûra heyî de jî tê gotin ku jin û mêr ne wek hev in. Ev jî dide diyarkirin ku heta niha pirsgirka jinê wek pirsgirêk nedîtiye û rewşa jinê ya niha jî jê re zêde dibîne. Ji bo vê jî bi qasî ku em li beramber destûra bingehîn, qedexe û kiryarên li ser jinê têdikoşin, ev çend jî em ji bo xurtkirina asta zanistî û îradeya jinê têdikoşin.  


Mirov ka çawa jinê di nava civakê de agahdar û rohnî bike?

Bi destpêkirina serdestiya mêrsalariyê re jin kete nav jiyaneke tarî de. Ji bo jin xwe ji vê tarîtiyê rizgar bike jin divê dîroka hatî berovajî kirin baş bixwîne û li gorî vê jî têkoşîna xwe bimeşîne. Ji bo vê jî serwextbûna li rastiya dewletê û helwêsta wê ya li dijî jinê û tehlîlkirina wê girîng e. Her wiha aktîfkirin û sekneke radîkal li dijî dewletê û ferzkirina daxwazên xwe li hemberî dewletê jî pêwîst e. Eger her roj asta civak û mirovahiyê bilind dibe, ev ji ber afirîneriya jinê di destpêka jiyana mirovahiyê de ye. Bi vegerandina vê, ne tenê jin wê ji vê tarîtiyê rizgar bibe, belê tevahiya mirovahiyê. 


Weke tevgera jinê projeya wê ya çareseriyê çi ye, heta niha we çi encam bi dest anîn?

Çareseriyeke demdirêj û mayînde di demoktatîzekirina civakê de ye. Eger ev çend îro pirsgirêk di civakê de kûr dibin, sedemeke vê nevekheviya di navbera jin û zilam de ye. Ev nevekheviya di navbera her du cinsan de bandora xwe li ser hemû warên jiyanê û birêveberina civakê dike. Heger em îro behsa îrada jinê jî dikin pêwîst e ev bê dîtin: cîhaneke ku bi tevahî bi aqlê zilam tê birêvebirin û ev çend newekhevî di navbera mirovan de hene, sedema vê jî ew e ku hîna nasnameyeke bi navê jinê nayê naskirin. Bi salan e tevgera azadiya jina Kurd bi rêbazên cuda di her hêlî de li her warî têkoşîn û xebatê dike. Ev ji bo me jinên Rojhilatê Kurdistanê jî bi bandor bûye. Ji ber ku em nikarin ji hev qut rahêjin pirsgirêkên jinan. Jin niha li her derê xwedî nasnameyeke bi krîz in. Ev qeyrana rojane van pirsgirêkan kûrtir û demdirêjtir dike. Ji bo vê jî di esas de wek jina Kurd li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi asta rêxistinkirinê em dikarin pêşiyê li wan pirsgirêkan bigirin. 

Her roj daxwazên jinan ên ji bo azadiyê zêde dibin û ji bo vê serî li rêyên çareseriyê didin. Encama têkoşîna jinê li Rojhilatê Kurdistanê di avabûna pergala KJAR´ê de ku wek pergala konfederalîzmê xwe bi rêxistin dike û Hêza Paratina Jinê (HPJ) bûye hêviyek di nav jinan de û her roj jin beşdarî vê pergalê dibin ne tenê jinên Kurd, ji hemû netewên li Îranê.

  

Xweparastina jinê çi ye, mirov divê jê çi fêm bike?

Parastina jinê, jin bi xwe ye. Di roja îro de jin divê xwe bisipêre hêza xwe ya cewherî û xwe biparêze, pêşiyê li hemû êrîşan bigire. Jina ku bi hemû afirînerî û zanista xwe xelekeke ji pola li hawîrdor avakiribû û di vê xelekê de hemû ferd û civak jî diparastin. Lê îro ti garantiya jiyaneke ewle nîne. 

Jina ku di malê de bi ruh û mejî ve hatiye zîndanîkirin, jina ku herî zêde bê parastin e. Her jin, di vî warî de di nav çar dîwarên bilind û teng de hatiye hiştin, ji hev parçe û dûr xistine. Pêwîst e jin lê serwext bibin, pê zanibin ku du jin wê bikarin ji hev fêhm bikin, sê jin wê bikarin çareseriyê ji bo pirsgirêkeke hev bibînin, komek jin wê bikare bi yekitiya xwe civakekê bi rê ve bibe. Bi zanist têkoşîn kirin, xwe birêxistin kirin, yekitî avakirin ber bi civakeke azad ve çûyîn e. Di vê mijarê de xwebûna jinê wê bibe parastina herî mezin û jiyaneke herî ewle. Bi qasî jin xwe ji her hêlî ve bi taybet di hêla aborî de ji jêr mineta zilam xilas bike, ev çend jî ew ê bikare xwe biparêze.  


POLÎTÎKAZAD