Navenda Piştevaniya Jinan a Maya ya Şaredariya Bajaroka Sixkê ya Wanê û Weqfa Plana Tenduristiya Malbatê ya Tirkiyeyê (TAPV) bernameya ‘Perwerdehiya Tenduristiya Jinê’ dan dest pêkirin û 20 jinan di encama vê perwerdehiyê de sertîfîkayên xwe girtin. Li navendê perwedehî bi Kurdî hate dayîn û armanc jinan perwede bikin.
Navenda Jinan a Maya bi perwedehiyên ku didin de pirsgirêkan dadixînin asta herî jêr. Herî dawî bernameyeke bi sernavê ‘Perwerdehiya Tenduristiya Jinê’ amade kir. Perwerdehiya ku bi Kurdî hate dayîn de gelek mijarên wekî dayik û zarok, tenduristiya malbatî, bernameya tenduristiyê ya zayendê hate dayîn. Di çarçoveya perwerdehiyê de agahdarkirin û kontorola tenduristiyê jî tê kirin.

Jin tên perwerdekirin
Jinên ku bi serfkeftî bernameya xwe qedandin sertîfîkayên xwe girtin. Di merasîma serftîkayê de Hevseroka Bajaroka Sixkê ya BDP’ê Hatîce Akdag, Seroka Lijneya Jinan a Şaredariya Sixkê Rojbîn Akdaag, civaknas Rojbîn Çetîn û gelek hîndekarên TAPV jî amade bûn. Berpirsyara Naveda Şêwirmendiya Jinan a Maya Ferahat Akin diyar kir ku armanca wan eve ku bi van perwerdehiyan kalîteya jiyanê bilindtir bikin. Akin da zanîn ku ew dixwazin bi vê yekê xizmeta xwe zêdeti bikin.
Civaknas Aşîran Barut jî der barê projeyên ku weqf pêk tînin de axivî û got ku di warê tenduristiya jinê de hestiyar tevdigerin û ji bo ku pirsgirêkên wan çareser bibin xebatên xwe bê navber dimeşînin.

Jinên ku tevli perwerdehiyê bibûn jî kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin ku ev bi vê bernameyê gelek tişt hînkirine. Piştî axaftinan jinan sertîfîkayên xwe girtin.

DÎHA/WAN