Perwîn axaftina xwe wiha domand: “Bi riya vê kordînasyonê hemû jin dê karibin nêrînên xwe derbarê kar û pilanên pêşerojê bigihînin hev û dê asta jinan di warê çand û ramanê de jî pêş bixin. Kordînasyona jinan di 6’ê nîsana 2014’an de di civîneke berfireh ya endamên jin ên Meclîsa Zagonsaz û Meclîsa Rêveberiya Xweser de hate avakirin û 5 endam ji bo desteya rêveber hatin hilbijatin. Kordînasyon ji 36 endamên jin ên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digirin.
Derbarê karê Kordînasyon de Perwîn wiha destnîşan kir: “Kordînasyon mehê carekê li hev dicivin û semînerên çandî û semînerên derbarê kar de ji aliyên endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên amadekirin. Her wiha pirsgirêk û astengiyên li hemberî jinan derdikevin, çareser dikin.”
Perwîn da zanîn ku armanc ji sîstema hevseroktiyê ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava dide meşandin, ji hemû sîstemên cîhanê cuda ye û mafê jinan di hemû aliyan de diparêze û li hemberî sîstema baviksalariyê derdikeve.
ANHA/AMÛDÊ