Rojname der bare gerîlayên jin de dibêje; “Ew jinên kurd bi zilaman re di refen şer de cihê xwe digrin. Jinên kurd hem ji bo doza giştî hem jî ji bo parastina mafên jinan têdikoşin.”
Rojnameya Rûsan Kommersant der barê gerîlayên jin ên Kurd de nivîsand got; “Wek tê zanîn di çanda kurda de ( kurd netewekî kevnare, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye parçekirin) jin li gor urf û edetên wan be maf in û qederên wan zilam diyar dike. Lê ji bo jinên kurd yên di refên PKK de ew qeder hatiye parçekirin û ji bo wan ew derbas nabe”
Gotara ku gerîlayên jin vedibêje wiha ye: Ji meha tebaxê û vir ve Tirkiye dîsa bi kurdan re ketiye nav şerekî tund. Li gor ku me jî şopandiye 10 hezar leşkerên Tirkiyeyê bi timên taybet, bi helikopterên Kobra û bi Heron, F-16 li Başûrê Rojhilat (beşek ji Bakûrê Kurdistanê) û li Bakûrê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) sînor derbas kir û şerek mezin îlan kir. Ew tenê epîzodeke ye ji şerê 30 salî ye. Heta niha şerên wek vê, pir caran qewimîne, heta em dikarin bejin ku ji vî şerî tundtir jî bûn, lê her du mil ji bi her awayi textîken şer û karakterê rêbazên wan rastiya xwe li ser yê din de misoger nekirin. Kurd wek bere jî, ji bo mafe xwe û ji bo otonomiye şer dikin , tirk jî qaşo li himber terorizmê tedikoşin. Rexmê van hemû şerên dijwar ji her du milan ve sîstema bê deng ya vê herêmê guhertin.
Bi taybetî guhertina herî balkêş – cihê jinên kurd di vi şerî de. Di nava PKK’ê de bi giştî 10 hezar partîzanên Kurd yên ku şer dikin hene. Ji van çend hezar jinên kurd in. Ew jinên kurd bi zilaman re di refen şer de cihê xwe digrin. Jinên kurd hem ji bo doza giştî hem jî ji bo parastina mafên jinan têdikoşin.
Wek tê zanîn di çanda kurda de ( kurd netewekî kevnare, di navbera Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê hatiye parçekirin) jin li gor urf û edetên wan be maf in û qederên wan zilam diyar dike. Lê ji bo jinên kurd yên di refên PKK de ew qeder hatiye parçekirin û ji bo wan ew derbas nabe. Di nava PKK’ê de hem di jiyanê de, him jî di şer de partizan wek hev in. Jin û mêr bi hev re perwerdeya îdeolojik dibînin, perwerdeya leşkerî dibînin û bi hev re ji li ser sifreyekê xwarinê dixwin. Dostên heri baş yê kurdan – çiyan e ji bo vê jî yên ku nû tên nav refên partizana destpeke hînî çiya û xweparastinê dibin.
Jinên kurd ên di nava PKK de bi serkeftinên di nav şer de serbilind in.

Hinek bav ji kecên xwe didin, lê ber hilbijartineke wiha, yan biçe mêr yan ji biçe nav refên gerîlayan.”


KURDISTAN LEZGIYEVA - ANF-MOSKOW