Min biborînin, hefteya bihurî nivîsa min negihîşte we. Dibe ku ji bo xwandevanan ev tişt ne ewqasî girîng be, ji ber ku her roj rojnameya xwe dixwînin, hefteyek nivîskarek nivîsa xwe nenivîsiye, ne xem e, êhtimal hay jê nebûne jî... Lê ji bo nivîskaran ne wisa ye, berevajî gelek muhîm e. Nivîskar, bi nivîsa xwe dijî. Bi nivîsa xwe diaxive, bêhna xwe hildide, hebûna xwe bi nivîsên xwe ve dipejirîne. Bala xwe bidin, gava însanek ji însanên din tecrît be, neaxive, nebihîze, hêstên xwe neyîne ziman, dengê xwe negihîne hin însanan, derdê xwe nebêje û fikrên xwe neqîre, însan ji însanetiyê xwe wenda dike, di warê psîkolojiyê de mêzîn û hevsengiya wê/î serobino dibe. Hefteya çûyî ez li Pirsûsê bûm. Qasî 8-9 rojan li ber sînora Kobanê geriyam, min hewl dida ku derbasî nava Kobanê bim, du şev jî di bin têlên hesin ya sînorê de min şeva xwe derbas kir, sê caran ji aliyê leşkerên Tirk ve hatim girtin û ji oxira xwe paşve hatim zivirandin. Di van şevan de tênegihîştim ku ka îro çi roj e, roja nivîsê min kîjan roj e... Em dirêj nekin, nivîs bi vî awayî nivîs negihîşte we. Ji ber wê, di serî de min xwest, bi sedema xwe ve ji dûr ketina xwe bilêv bikim û xemgîniya xwe bi we re parve bikim.
***
Qasî heftekî li der û dorê Kobanê bûm. Li qampan, li kolan û gundan, li çadirên çavdêran, li sînor û xuyangê Kobanê dor geriyam. Ew çalakiyên ku di bin têlên ku dewletên dagirker çal kirine de tev li govendan bûm, di zincîra piştgiriyê de cih girtim, taybet jî, li ser Kobanê, li ser şerê Rojava û tevahî şareşa Kurdistanê li ser filîmeke dokumanter fikirîm û hin dîmenan kêşam.
Rojê dehan car dengê 'biswîng'an bihîstim, dengê bkc, qileş û hawanan, dengê doçqayan wek rîtueleke rojane di bin guhên min de cihê xwe girtin. Rojê çend car li ser serê Kobanê agir û mij li ber çavên min bûn. Rojê çendîn car bi ambûlansan birîndarên Kobanê derbasî vî helî, derbasî Bakûr bûn, tevî ajokaran axivîm, çirokên birîndarên Kobanê, çirokên qehremantiyê ku her yek ji bo jiyana însên wek wateyeke jiyanî ramanek e bihîstim, li qampên Arîn Mîrxan, Nejroz, Rojava tevî zorak, pîr, kal, jin, ciwanan axivîm, min hêstên wan bihîst, hêstirên çavên wan bi çavên xwe dît, ew azwerî û dildariya wan ku di singa wan de nedisekinî hîs kir, hesreta roja azadiyê bi çavên wan temaşe kir, ew berdelên ku dane û hê jî didin têgihîştim wateyê wan, her wiha bi kurt û kurmancî, her çiqasî nekarîbûm têkevim nava Kobanê jî, li der û dorê Kobanê jî, bi têra xwe hêsta şoreşê ve bar bûm.
Qasî ku dîtim û şahîd bûm, şoreşa Kurdistanê, ji xêynî hêla Başûr, tevahî şoreşeke jinî ye. Jin her tim li pêş in. Hêsta şoreşê hêsta jinan e, hêza şoreşê hêza jinan e, zanîn û têgihîştina şareşê zêdetir ji jinan tê, jiyana şoreşê ew diafirînin, baweriya şoreşê bi baweriya jinan xurt dibe, êşa şoreşê taybet di dilê jinan de diteqe, di her warî de piştgiriya şoreşê bi keda jinan pêk tê, bi êşqa jinan şoreş didome û ber bi serkeftinê ve diçe.
Qasî ku ez bixwe çavdêr bûm, şoreş li Kurdistan êdî vêketiye, êdî şoreş ne mesela hêzê, ne mesela çek û sîlah, ne mesela stratecî ya polîtîkayê ye, êdî şoreş bi her awayî rê û şopa xwe, rêça xwe damezrandiye, ketiye rê... Ew rê di sînga jinê Kurdistaniyan de çê bûye. Sînga her jinê Kurdistan, êdî bûye qada şoreşê, mîsogeriya şoreşê di vî qadî de bêhn distîne êdî... Ji ber wê em dikarin bêjin, her çi çek, sîlah, hêz, çete, her çi dek û derew, her çi stratecî ya durû, her çi provakasyon û her çi qomplo ya dagirkeriyê bixwazin li ser Kurdistan bipêçin jî, êdî nikarin şoreş bisekinînin. Di şexsiyeta Kobanê de, li ser mînakê ku min bixwe li der û dorê Kobanê muşahade kirime, dikarim bêjim, Kobanê jin e, jin li wir jiyan e, ev yek jî şoreş bixwe ye.
Hêvîdarim ku emê di demeke nêz de, bi filîmeke belgeyî ve, ango bi zimanê hunerê ve jî bikaribin rastiya vî şareşê bînin ziman.