Xebatkara Pirtûkxaneya Lîlavê, Berfîn Turan diyar kir ku jin herî zêde bala xwe didin pirtûkên ku rastiya jinê vedibêjin û dixwazin rastiya xwe keşif bikin. Pirtûkxaneya Lîlavê sala 2016’an li Ofîsa Yenîşehîra Amedê hat vekirin. Nêzî 20 hezar pirtûkî li pirtûkxaneyê hene. Bi taybetî piştî îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) sala 2016’an di warê weşanan de pirsgirêkên mezin derketin holê. Gelek pirtûkxane hatin girtin, pirtûk hatin qedexekirin. Her wiha di demên dawiyê de jî ji ber krîza aborî weşanxane nikarin pirtûkan çap bikin.
Ev pirsgirêk bi tevahî li ser asta xwendina pirtûkan jî bandorê dike. Her wiha nêzîkatî, xwendin û xwedîderketina li pirtûkên bi Kurdî jî wekî salên bihurî niha jî bi pirsgirêk e. Berfîn Turan, behsa elaqeya li hemberî pirtûkên bi Kurdî, elaqeya li hemberî pirtûkên nivîskarên jin û pirtûkên pêşniyazî jinan dike, kir. Berfînê diyar kir ku xwendina pirtûkan deriyekî ji heşmendiyê re vedike.
Berfînê bal kişand ser xwendinê û got, “Ji bo min pirtûkên derheqê jinan de girîng in. Pirtûkên bi vî rengî dibin gaveke girîng ji bo hilweşandina hişmendiya qirêj a mêr. Li vir rastiya jinê tê dîtin.” Li gorî Berfînê “Li dijî ezberkirina tiştên heyî, divê lêgerîneke heqîqetê hebe. Ji bo keşifkirina vê rastiyê jî divê li ser pirtûkan lêhûrbûneke xurt çêbe.”
AMED