Encamnameya Konferansa ji aliyê Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF), Konseya Kurdên Swêdê, Partiya Hawirdorê ya Keskan, Ji bo Entegrasyonê Jinên Kurd, Komeleya Jinan a Amarayê û Komeleya Jinên Kurd a Semayê ve hate lidarxistin aşkere bû.
Di encamnameya onferansê de hate diyarkirin ku ew ê xebat bikin ku Neteweyên Yekbûyî tundiya li ser jinan weke qirkirinê qebûl bike û ev biryar hatin dayîn:
- Li hemberî hemû makezagonên ku dewletan ên bi zîhniyeta bavsalarî qirkirina jinan rewa dibînin, altenatîf û hevpeymanên civakî bêne pêşxistin.
- Xurtkirina kampanayayên li dijî qirkirina jinan û recm û îdamê ya li hemberî jinan, divê ev kampanyaya di konferasnê de hate destpêkirin bibe xwedî tekoşîneke gerdûnî û ji bo vê yekê komcivîna jinên cihanê bê lidarxistin.
- Ji bo di hiqûqa navneteweyî de weke sucê mirovahiyê û parçeyek ji jenonîdê were diyarkirin xebat bi berdewamî xebat bêne meşandin.
- Li hemberî qirkirina jinan sîstemek alternatîf a daraza jinan bê avakirin.
- Divê pêkanîna hovitiya recm û îdamê weke pêkanînekê li hemberî hemû rêxistin û tekoşînan jinan bê zanîn û welatên ku van kiryaran dikin bêne tawanbarkirin.
- Di konferansa me de biryar hate dayîn ku ji bo rawestandina îdam û recmê yên li welatên ku vana pêk tînin, bixebitin.
- Divê ji bo Zeyneb Celaliyan û hemû jinên weke wê bi metirsiya îdam û recmê re rû bir û ne, di asta navneteweyî de kampanya bêne destpêkirin û hewldan bêne kirin. Divê piştgirî û alîkariya ji bo jinên girtî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bêne xurtkirin.
- Divê li hemberî welatên ku di pêkanîna recm û îdamê de berdewam dikin danekirin bêne destpêkirin.
- Divê platforma tekoşîna hevpar a tevger û rêxistinên jinan bê lidarxistin.
Jinên ku ev konferans li dar xistibûn, wê li Berlîn û Cenewreyê jî konferans li dar bixin. Berdevka KNK’ê Nîlûfer Koç diyar kir ku ew ê di konferansa li Berlînê de rewşa tundiya li ser jinên Kurdistanê gotûbêj bikin.

Hate diyarkirin ku wê konferansa mezin a jinan li Cenewreyê bê lidarxistin û bang li NY’yê bê kirin ku tundiya li ser jinên weke qirkirina binase. 

ANF/STOCKHOLM