ALÎ GULER / BERLÎN

69. mîn Festîvala Filman a Navneteweyî ya Berlinê (Berlinale) bi filma “The Kindness of Strangers” a derhêner Lone Scherfig, dest pê kir. Film, li New Yorkê derbas dibe û behsa pirsgirêkên cîvakî dike.

Berlinale îsal wê heta 16 Sibatê dewam bike. Heman şêve bi galayekê, filmên xelat wergirtî wê bên eşkerekirin.  Li Berlinale îsal ji 74 welatan 400 film tên nîşandan. Ji van 17 jî ji bo xelata mezin a festîvalê ya bi nave “Hirça Zêrîn” wê bidin ber hev, qayîşê bikişînin. Slogana îsal a festîvalê jî “Warê taybet polîtîk e” ye. Teybetmendiya festîvala îsal ew e gelek filmên derhênerên jin tê de tên nîşandan. Seroka juriya îsal  jî jin e. Wekî din ji 17 filmên nazet in ji bo xelata herî mezin, derhênerê 7´an jin in.

Berlinaleyê bi civîna çapameniyê ya seroka juriyê, Juliette Binoche dest pê kir. Binoche behsa filmên Berlinaleya 69´an kir û got, “Îsal bi mijara filman jî nîşan dide ku Berlinale xwedî nasnameyeke cuda ye. Filmên mijarên wan polîtîk û civakî jî van gotinan pişt rast dikin. Li aliyê din filmên jinan jî festîvalê rengîntir dikin.”

Piştî civîna çapameniyê, êvara Pêncşem diqulibe înê, festivalê bi filma “The Kindness of Stranger (Qenciya kesê xerîb)” a ku derhênera wê jin e, dest pê kir. Lone Scherfig a Danîmarkî, di filma xwe de behsa rizîna sîstemê dike û li dijî vê jî behsa kesên nirxên mirovahiyê diparêzin jî dike. Film di nava xirecira jiyana kapîtalîst a sar, zehmet a li New Yorkê de behsa lêgerina hezkirinê û mirovên xweşik dike. Serlîstikvana filmê keça derhênerê Ermenî Elia Kazan, Zoe Kazan e.

Filma Elman a ku derhênêra wê jî jin e a bi navê Nora Fingsvhieidt jî heman mijarê tîne ser perdeya spî. Filmê bi navê “System Springer” Benni yê 13 salî dê û bavê wî ji hev qetiyane. Ev jî tesîreke xirab li ser Bennî dike. Film di şexsê Benni de behsa jiyana zarokan li Elmanyayê dike.