Endamên Yekîtiya Rêxistina Jinên Ciwan ên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hemû hêza xwe li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê disekinin û berisva êrîşên komên çete yên girêdayî Koalîsyonê û ENKS’ê ku li ser taxê têne kirin didin. Jina ciwan a bi navê Nûdem Bekir di xetên pêş de li kêleka hêzên YPG/YPJ’ê disekine û parastina taxê dike got: “Em wekî ciwan beşdarî parstina taxa xwe bûn. Erka me û hemû beşên civakê ye ku em di parstina taxên xwe de cih bigrin. Pêwîste em hemû bi yek destî şerê çeteyan bikin û bersiva êrîşên wan û planên wan ên dijber bidin.” 


SÎLVA MUSTEFA/ANHA/HELEB