Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gel her yek ji Yekgirtûya Xuşkên Îslamî û Rêxistina Xuşkên Îslamî ya ser bi Komela Îslamî û Tevgera Azadî civiyan.
Şandeya Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh li gel her yek ji Rêxistina Yekgirtûya Xuşkên Îslamî û Rêxistina Xuşkên Îslamî ya ser bi Komela Îslamî li Hewlêrê civiyan.
Di serdanê de şandeyê ji bo herdu aliyan xwest ku jin pêşengtî ji yekitiya gelê Kurd re bikin û dorpêça li ser kampa Mexmûrê were rakirin.
Ji Berpirsa Ofîsa Yekgirtûya Xuşkên Îslamî ya Hewlêrê Bedîa Xalid bi xêrhatina şandeyê kir û got; “Mijara netewî û rewşa jinan li pêş hemû mijaran tê û divê piştgiriya hevdû bikin.”
Sekretera Rêxistina Xuşkên Îslamî ya Hewlêrê Qumriye Berzencî jî li ser navê jinên hizba xwe axivî û piştgiriya xwe ji bo daxwazên şanda HDP’ê anîn ziman.
Li ser navê şanda jinan a HDP’ê jî Parlamenter û Berdevka Peywendiyên Dîplomasî ya Jinên HDP’ê Felekknas Uca axivî û got: “Jinên Kurd ên ji hemû baweriyên cûda ji bo doza Kurdan dixebitin. Ev têkoşîn jî bûye sedem ku îro Êzidî û Musilman werin cem hev.
HDP Çû serdana Tevgera Azadî
Şandeye Jinan a HDP’ê ev sê roj in li Başûrê Kurdistanê hevdîtinan dike. Şande li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî. Şande ji aliyê Hevseroka Tevgera Azadî Tara Huseyîn ve hat pêşwazîkirin. Di serdanê de parlementera HDP’ê Feleknas Ûca diyar kir ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê tê guherandin û got; “Dewlet dixwaze pêşiya berxwedana li hemberî desteserkirina şaredariyan bigire. Lê têkoşîna jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bandora xwe heye. Tu tişt wê nikaribe li pêşiya berxwedana me ya azadî û demokrasiyê bisekine.”
Hevseroka Tevgera Azadî Tara Huseyîn jî diyar kir ku destkeftiyên li her çar parçeyên Kurdistanê bi pêşengiya jinan tê bidestxistin û got “Ji ber vê jî em dizanin em ji bo çi têdikoşin. Em jinên Kurd têdikoşin ku herêm were guherandin, azadî û demokrasî were pêşxistin. Têkoşîna me bandorê li herêmê dike û wê diguherîne.”
SILÊMANÎ