Rêxistina jinan a Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star, beriya demekê biryar dabû ku ew ê li her deverî bi avakirina meclîsan, jinan birêxistin bikin. Di çarçoveya amadekariyên xebatên avakirina meclîsên jinan de, Yekîtiya Star li gundê Delîk û Melek civîn lidar xistin.
Di civînê de endama Yekîtiya Star Berçem Dilgeş axivî û derbarê rewşa dawî ya şoreşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de agahî dan. Berçem Dilgeş girîngiya peymana hevkariya di navbera Meclîsa Gel a Rjavayê Kurdistanê û Encûmena Niştimanî a Kurdî de destnîşan kir. Digeş her wiha avakirina Desteya Bilind a Kurd weke berhemê têkoşîna gelê Kurd binav kir û wiha axivî: “Tekoşînek gelek mezin li vir hatiye kirin. Gelê Kurd gelek bedel û can dan. Li ser bingeha van bedelan em gihane vê astê. Asta ku niha em tê de ne bi keda ku hatî dayîn pêk hatiye. Ji bo vê em ê hîn bêtir bi çalak û bi bawerî bin. Pêwîste baweriya me ya azadiyê hîn xurttir û mezintir be. Baweriya herî mezin tekoşîna gelê me, serokê me û tevgera jina azad e.”

Meclîsên xwe ava dikin
Dilgeş bal kişand ser  hêzên ku ji yekîtiya gelê Kurd ditirsin û diyar kir ku gelê Kurd bi serketin û destketiyên xwe bersîv bide van helwestên dijminane. Diigeş diyar kir ku ji bo xebatên Desteya bilind a Kurdistanê asteng bikin ev hêzên dagirker ketine nava hewldanên xerab. Berçem Dilgeş anî ziman ku jina Kurd ya ji pêvajoyeke dîrokî derbas dibe, meclîsên xwe ava dike, wê li hemû xebatan xwedî derbikeve û erka pêşengiya şoreşê bicih bîne. Dilgeş diyar kir ku jina Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi avakirina meclîsan wê hemû pirsgirêkên xwe çareser bike. 

ANF/ DIRBESIYÊ