Bi dirûşma ”Jin giyanê wêje û jiyanê ye” û bi pêşengiya Desteya Çand û Huner û bi alîkariya Yekîtiya Jinên Rewşenbîr, 4’emîn Mihrîcana Wêje û Huner ya jinê li Qamişloyê du rojan bi rê ve çû.

Mihrîcana Wêje û Huner a Jinê, li Hola Zana ya Taxa Kornîş a Qamişloyê çêbû. Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, Endamên Kongreya Star, Desteya Çand û Huner, Yekîtiya Jinên Rewşenbîr, û mêvanên ku ji Kobanê, Tebqa, Reqa, Minbicê  jî beşdarî mihrîcanê bûn.

Meydana pênûs û keda jinê

Di destpêka mihrîcanê de ji bo têkoşerên azadiyê rêz hat girtin. Li ser navê Desteya Çand û Huner, Nûr El-Wega got, ”Tiştekî gelek bi nirx e ji bo me ku îro jin berhemên xwe didin diyarkirin, em gelek kêfxweş in ku jin bi pênûs û keda xwe tevlî nava vê mihrîcanê bûne. Gelek jinên ji neteweyên cuda bi saya vê mîhrîcanê hatine gel hev. Hêviya me ew e ku her sal berhemên jinê ji yên sala din baştir bin.“

Du rojan mişt huner û wêje

Li ser navê Komîteya Amadekar a mihrîcanê, Botan Hewşê 4’emîn Mihrîcana Wêje û Hûnerê Jinê pîroz kir û got, ”Ez bixêrhatina hemû kesên amade dikim, ez nikarim kêfxweşiya xwe bi çend gotinan ji bo vê rojê bi lêv bikim, berhemên ku tevlî nava mihrîcanê bûne, baş in. Kêm be jî  ji bo me bi wate ne.”

Piştre jî Koma Înana ya jinên Sûryanî dîlaneke xwe ya folklorê pêşkêş kir. Stran jî hatin gotin.

Piştre jî koma Kevana Zêrîn ya govendê dîlana xwe ya folklorê pêşkeş kir. Koma Şehîda Yekta Kobanê şanoyek bi navê “Dînê” nîşan da.

Çalakiyên mihrîcanê pêr bi stranên Koma Kevana Zêrîn ya mûzîkê bi dawî bû.

Mihrîcana 4’emîn ya Wêje û Hunerê Jinê du rojan dewam kir û doh bi çalakiyên hunerî bi dawî bû.

 

JINNEWS / QAMIŞLO