Muşahid Dogan: Di serî de Yuksekdag û Demirtaş em soz didin tevahiya girtiyên xwe yên siyasî, em ê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de her yek weke Yuksekdagekê, weke Demirtaşekî têkoşîna xwe dewam bikin. AZÎZ ÇÎFTÇÎ HANNOVER Yek ji navendên dengdana ji bo 24´ê Hezîranê li Elmanyayê jî Hannover e, ku lê dengdan wê heta 19´ê Hezîranê dewam bike. Li vir piranî muşahid jin in. HDP girîngiyeke mezin bi ewlekariya sindoqên hilbijartinê yên li derveyî Tirkiyeyê dide. Herçî ev karê girîng e li Hannoverê nexasim jî bi destê jinên ji bajarê Bremenê diqede. Ji 16 muşahidên HDP´ê yên li konsolosxaneya Hannoverê wezîfedar, 7 jê jin in. Koordînasyona Hilbijartinê bal kişand ser wê yekê ku jin baldartir û fedakartir in û got, jinên Kurd weke di her warê jiyanê de, di hilbijartinan de jî bi bêhtir berpirsiyariyê rabûye. Ji bilê xwedîderketina li sindoqan di mijara birina ser sindoqan a hilbijêran de jî jin bi erka xwe radibin. Em hemû Yuksekdag û Demirtaş in Ji muşahidên HDP´ê Sebahat Dogan dibêje, „Em jin bi parastina sindoqan, xwedî li dengê xwe derdikevin. Em şahidiyê lê dikin ka dewlet hemû derfetên xwe, bi rêbazên xwe bi kar tîne. Me cihê xwe li cihê wezîfedarê sindoqan nekarî bigirin, li şûna wê bi awayê mîna hola dadgehê em li cihekî mîna cihê tohmetbar hatin rûnandin. Lê rastiyek heye, li wir ne em , lê ew dihatin dadgehkirin. Me ev yek bi awayekî eşkere bi wan da hiskirin. Me mafdarî û heqiya têkoşîna xwe, baweriya xwe ya bi demokrasiyê û biryardariya xwe ya li ser wê yekê ka çi biqewime jî em ê meydanê ji wan re nehêlin, me eşkere nîşanî wan da. Yek daxwaza me ji gelê me, ji ciwan, jinan ew e ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Di serî de Yuksekdag û Demirtaş em soz didin tevahiya girtiyên xwe yên siyasî, em ê di têkoşîna xwe ya demokrasiyê de her yek weke Yuksekdagekê, weke Demirtaşekî têkoşîna xwe dewam bikin.” Ji bo siberoja xwe em wezîfedar in! Muşahideke din jî li Hannoverê Suna Ulugturken got, ew ji Bremenê 7 jin wezîfe dikin û wezîfeya xwe wiha rave kir: “Em vê wezîfeyê dikin ji bo nûneriya wekhev a jinan, ji bo ku em ji qirrkirina jinan re, ji îstîsmara zarokan re bibêjin, êdî bes e, ji ber ku sîstema desthilatdariya mêr em of kirin, ji bo ku em wan dîktatoran ji ser textên wan bînin xwarê ku ji bo bibin desthilatdar bi îxtîrasa xwe dikujin û zilmê dikin, ji bo jiyaneke ekolojîk û azadiya jinê, ji bo zarokên me, ji bo ciwanên me yên li çiyayan şehîd dibin, ji bo rêberê Têkoşîna Rizgariya Kurd Abdullah Ocalan û hevrêyên me yên di zindanan de em vê wezîfeyê dikin. Ji ber ku em dibêjin, heta ku jin azad nebe, civak azad nabe, û ji bo gelek tiştên din em jin têdikoşin û em ê li meydanan bin, em ê çalakiyan li dar bixin. 24´ê Hezîranê wê bibe rizgariya gelên Tirkiyeyê, ji niha ve ser xêrê be.” Her xebata bi jinan bedewtir dibe Ji muşahidên jin ên HDP´ê Songul Yildirim jî dibêje, “Di dinyayeke mêr tê de desthilat, tadeyeke mezin dide jinan. Ji bo guhertina vê bi awayekî cidî divê di pratîkê de jî hin tişt bên kirin. Her warê jin beşdarî dibin bedew dibe. Di nava HDP´ê de ez dilê xwe dibijînim karê hevalên jin. Tevî zehmetiya hemûyan, têkoşîn dewam dike.” Yildirim bang li her kesî dike ku di xebatên hilbijartinan de bi karekî rabe û wezîfeyekê bike. Maşîn hilbijêran dibin ser sindoqan Li aliyê din li Bremen û hawîrdora wê, yên ku dixwazin dengê xwe bidin, dikarin dawiya hefteyê bi otobus, nava hefteyê jî bi maşînê şexsî yên ku Komîsyona Hilbijartinan amade kirine, biçin ser sindoqan.