JIN TV, doh dest bi bultenên nûçeyan ên bi Kurdî, Erebî û Tirkî kir. JIN TV, bi dirûşma “Dengê Jinê, Rûyê Jiyanê” li ser peyka Hotbîrd û Nilesatê weşanê dike.
JIN TV heta niha bi giranî bernameyên li ser mijarên civakî, siyasî û aborî diweşandin. Ji niha û pê ve wê cihekî berfireh bide mijarên rojane. Xebatkarên JIN TV hemû jin in.
JIN TV ku amadekariyên xwe qedandin û doh dest bi bultenên nûçeyan ên rojane kir. Bi Kurdî, Erebî û Tirkî, destpêkê hefteyê pênc rojan nûçe wê bên weşandin.
Dema nûçeyan wiha ye:
Erebî, li gorî dema Ewrûpayê: 16:00
Tirkî, li gorî dema Ewrûpayê: 17:00
Kurdî (Kurmancî), li gorî dema Ewrûpayê: 18:00
JIN TV li ser van frekansan weşanê dike:
HOTBIRD
Peyk: Hotbird 13°E Frekans: 11 054 MHz Polarizasyon: Horizontal Symbolrate: 27500 FEC-rate: 5/6.
NILSAT
Peyk: Nilesat 7°W Frekans: 11595MHz Polarizasyon: Vertical Symbolrate: 27.500 FEC-rate:5/6
NAVENDA NÛÇEYAN