Ji bo parastina xwe û nirxên şoreşê ku bi şoreşa jinan tê naskirin, Rêveberiya Jinan a Tebqayê 50 jinên ji Tebqayê di nava refên xweparastinê de bi rêxistin kirin.

Rêveberiya Jinan a Tebqayê daxuyaniyek da tê de teqez kir ku ew ê parastina nirxên şoreşê bikin ku cihanê bi şoreşa jinan nas kir. Daxuyanî ji aliyê endama Rêveberiya Jinan a Tebqayê, Nesra Ebakê ve li navenda Yekitiya Jinên Ciwan hate xwendin.

Nesra Ebakê got, “Dewleta Tirk gef xwarin ku ew ê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD`ê ji DAIŞ`ê rizgar kirin, dagir bike. Diviyabû ku jinan xwe bi rêxistin bikira û parastina xwe bikira.

Dûrî girêdana hêviyan bi aliyên derve, em ê bi hemû hêz û derfetên xwe, parastina xwe li dijî êrişên ji derve bi pêş bixin.

Ji bo parastina xwe, em ê xwe bi rêxistin bikin û amade bin ji her cure êrişên dijmin re. Em ê parastina nirxên şoreşê bikin ku bi şoreşa jinan tê naskirin û em ê civakê bi hemû pêkhateyên wê biparêzin.”

 

ANHA/TEBQA