Komîteya Amadekar a çalakiyên 8’ê Adarê ya Meclîsa Jinên Binarê Qendîlê bang li jinên Başûrê Kurdistanê û tevahî jinên Kurd kir ku ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê, 11’ê Adarê berê xwe bidin Binarê Qendîlê.
Komîteya Amadekar ya 8’ê Adarê ya Meclîsa Jinan a Binarê Qendîlê ji bo amadekariyên pîrozbahiyên 8’ê Adarê, Roja Cihanî ya Jinan daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Hevşaredara Binarê Qendîlê, Gulale Osman ve hate xwendin.
Jinên Binarê Qendîlê 8’ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinan pîroz kir. Di daxuyaniyê de ji jinan hate xwestin ku li dijî faşîzmê di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de kom bibin: “Jin her tim li meydanên pêş li ber desthilatdariyê serî rakirine û di nava raperînê de bûne. Armanca têkoşîna me ew e ku di her warî de yekîtiya jinan pêk were. 8’ê Adara îsal bi berxwedanên greva birçîbûnê û raperîna Şêladizê hîn watedartir bûye. Helwêsta gelê Şêladizê helwêsta tevahiya jinên Binarê Qendîlê û jinên Başûrê Kurdistanê ye.”
Komîteya Amadekar diyar kir ku ew ê bi awayekî girseyî roja 11’ê Adarê li Binarê Qendîlê kom bibin û ji jinên Başûrê Kurdistanê û hemû jinan xwest ku beşdarî pîrozbahiyê bibin. Jinan daxuyaniya xwe bi dirûşmeya, “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî kir.
ROJNEW / BINARÊ QENDÎLÊ