Şandeya jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Başûrê Kurdistanê rêzehevdînên xwe dewam dike. Şande doh li Silêmaniyê çû serdana Jinên Tevgera Goran û REPAK’ê û Berpirsa Peywendiyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed. Di hevdîtinan de yekîtiya jinên Kurd û dorpêça li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) hat nîqaşkirin. Şandeya HDP’ê keyfxweşiya xwe ji bo helwesta aliyan bi taybetî jî jinan nîşan da. Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca behsa berxwedana jinan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven kir û got: “Jin çiqas pêşbikevin ewqas jî şidet li ser wan zêde dibe. Ji bo wê erka dikeve ser milê me ew e ku em têkoşîna xwe hîn xûrtir bikin.” Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Çîmen Mihemed jî got; “Em di hemû mijarên neteweyî de piştgiriyê didin û tişta bikeve ser milê me em ê bikin.”
Bi Şanaz Îbrahîm Ehmed re civiyan
Şandeya jinan a HDP´ê paşê çû serdana Berpirsa Peywendiyên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed. Di hevdîtinê de şandeya HDP’ê qala armanca serdana xwe ya li Başûr kir û got, armanca wan ew e ku jin ji yekîtiya gelê Kurd re pêşengiyê bikin û pirsgirêkên jinan çareser bikin. Şanaz Îbrahîm jî xemginiya xwe ji ber rewşa li Bakurê Kurdistanê anî ziman û got, dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê Kurd xistine nava rewşeke zor û zehmet de û bi dijwarî êrişî Kurda dike. Dilê me bi xelkê Bakurê Kurdistanê re ye.” Şanaz Îbrahîm piştgiriya xwe ji bo daxwazên şandeya jinan a HDP’ê nîşan da û got divê jinên Kurd ji bo yekîtiya netewî her tim di nava peywendiyan de bin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ