
Piştî ku Şengal di roja 3’ê Tebaxê de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat dagirkirin, hêzên Berxwedana Şengalê(YBŞ)’ê ku bi berxwedana li hember çeteyan hat naskirin. Fermandara YBŞ’ê Dêrsim Şengal bersiva pirsên RojNews da û diyarkir ku jinên ku di nava YBŞ’ê de cihê xwe digrin xwe wek hêviya azadiya jinan û Şengalê dibînn. Şengal got ku wê êdî jin parastina xwe ji mêran re nehêle û wê hem axa xwe hem jî hebûna xwe bi parêze. Dersim Şengal wiha got: "Komkujiya dawî nîşan da ku ger rêxistinek ji Êzîdiyan bi xwe pêk neyê wê erka parastina gel pêk neyê. Di rewşekî ku Sunî û piranî Ereban çarhêla wan girtine, divê parastina xwe bi awayek herî baş bike. Divê xwedî rêxistinek wisa be ku bikare bêy ji kesî hêvî bike, bi hêza xwe ya cewherî êrîşên li ser xwe bişkîne."
Jin serkêş bûya komkujî nedibû
Dêrsim Şengal derbarê rola jinan di nav berxwedanê de jî wiha got: “Di Şengalê de jin gelekî hatiye tepeserkirin. Mirov dikare asta pêşketina civakekê di kesayeta jinan de bibîne. Di Şengalê de jin, di jiyana civakî de xwedî rolek gelekî biçûke. Yekemîn sedema ku jina avaker û sazûmankara civakê ketiye vê rewşê, komkujiyên hatine jiyankirine. Jin ne wek mêr e. Zêdetir xwediyê ax û çanda xwe ye. Ger jin li Şengalê birêxistinkirî û zane bûna, çeteyên DAIŞ’ê nediketin Şengalê. Mêr dikare bêy ku kesên li pişt xwe bifikire, bi cih bihêle û bireve, lê belê jin ne wisaye. Heta dawî ax û çanda xwe diparêze. Îro xwekuştina jinên di destê çeteyan de îfadeya vê rastiyê ye, li şûna ku ji çanda xwe dûr bikeve, mirinê hildibijêre."
Mêr li pêşiya jinê asteng e
Li ser daxwaza jinan ya tevlîbûna nava YBŞ jî Dêrsim Şengalê wiha got: "Nêzîkatiya jinan ji YBŞ’ê re gelekî erêniye, em dikarin bêjin ji mêran zêdetir elaqeya wan heye. Jin bi hêvî temaşeyî YBŞ’ê dikin û jin azadiya xwe li vir dibînin. Tevlîbûn jî başe, lê belê gelek jinan xwestine tevlî me bibin lê ji ber zexta malbatê nekarîne. Hinek ji wan jî li beranber malbata xwe disekinin û tên tevlî dibin. Bi YBŞ’ê re ew rola ku mêran di Şengalê de dabû jinan, şikest. Sekna jinên çekdar wê di azadkirina Şengalê de diyarker be. Armanca me tenê ne ewe ku Şengalê ji çeteyan rizgar bikin, di heman demê de em dixwazin azadiya civakî jî pêk bînin. Em vê baş dizanin ku ev yek jî ji azadiya jinê ve derbas dibe. Heta jin azad nebe, Şengal jî azad nabe."
Ewê parastina xwe bikin
Dêrsim Şengalê got: "Jiyana civakî li derdora jinê pêk tê. Em dizanin ku heta jin azad nebe ti beşên civakê jî azad nabin. Jin ya ku tîne dinê, têr dike û mezin dike ye. Ji ber vê taybetmendiya xwe, civak bixwe ye. Mijara ku em herî zêde li ser disekinin, azadiya jinê ye. Her tevgerên civakî ku azadiya jinê esas negire, mehkumî têkçûne ye. Armanca me ya bingehîn ewe ku em jinên ku ji aliyê civakê ve hatiye tepeserkirin, perwerde bikin, tevlî berxwedanê bikin û azad bikin. Ji bo vê jî akademiya me ya perwerdê a Şehît Xanê heye. Ji bo ku jin bikare xwe biparêze, perwerdeya îdolojîk, siyasî û leşkerî dibîne. Êdî jin wê parastina xwe ji mêran re nehêlin. Me di 3’ê Tebaxê de dît ku mêr me naparêzin û ji bo wê divê jin bi xwe xwe biparêze. Divê jin bizane çawa xwe li hember çeteyên DAIŞ’ê û xeteriyên pergala desthilatdar biparêze. Akademiya Şehîd Xanê jî tê vê wateyê."
Dê jin ji hebsa malê derkevin
Fermandara YBŞ diyarkir ku jin êdî wê bi karê malê re neyê bisînor kirin û wê di hemû qadên jiyana civakî de cihê xwe bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê qefesa ku tê de hatiye zindankirin bişkîne û bibe pêşenga azadiya Şengalê. Çeteyên DAIŞ’ê dema cihekî dagir dikin, destpêkê êrişî jinan dikin. Ji ber ku jin xwedî nirxên civakî û parêzvana wê ye, destpêkê êrîşî wê dikin. Di kesayeta jinan de jî civak tê hedefkirin. Îro sedema herî bingehîn a ku ewqas jin wek kole di bazaran de têne firotin jî, eve. Endamekî çeteyan herî zêde ji wê ditirse ku bi destê jinekî bê kuştin. Tirsa wan jî nîşan dide ku em di rêya rast de ne û wê jin DAIŞ’ê xilas bikin." Dersim Şengal xwest ku hikûmeta Iraqê bi fermî YBŞ’ê nas bike.
ROJ NEWS/ŞENGAL