Koma Kevana Zêrîn bi rêya şanoya xwe azara jina zewicî ya ku di nav karên malê û exlaqên hevserê xwe yên ne baş de winda bûye vegot.

Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol a 4´an, di roja xwe ya 9`an deli  Qamişloyê, li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner dewam dike.

Pêr bernameya mihrîcanê bi gotina helbestan bi zimanê Kurdî û Erebî dest pê kir. Piştre Koma Kevana Zêrîn şanoyek bi navê `Jina bêkes` nîşan da. Şano ji aliyê şanogerê cîhanî Derya Fo ve hatibû nivîsandin û Sarya Welat derhêneriya şanoyê kir.

Koma Kevana Zêrîn, di şanoya xwe de azarên jina zewicî ya ku di nav karên malê de, exlaqên hevserê wê yê nebaş û danûstandina wî pê re vegot.

Piştî bidawîbûna şanoyê nirxandin destpê kirin. Di nîqaşan de pesnî aktîsta ku rola jina bêkes lîstiye, hate dayîn. Her wiha girêdayî dekor û hindek zeîfbûna peyama şanoyê rexne hatin kirin.

Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`an a bi dirûşmeya `Dengvedana Zeytûnê´, di 27`ê Adarê de destpê kiribû û îro (5`ê Nîsanê) bi dawî dibe.

 

 ANHA / QAMIŞLO