Johann Wolfgang von Goethe, ew şairê Elman ê navdar, weke zanyarekî gerdûnî yê serdema xwe tê qebûlkirin. Ew bi qasî şair bû, ewqasî nivîskar, feylesof, zanyarê fenê, hiqûqzan û siyasetvanê dewletê bû. Ew beriya bi 270 salî weke îro li bajarê Elmanyayê Frankfurt am Mainê ji dayik bû, li wê mala ku îro weke Goethe-Haus tê binavkirin. Piştî ku li ser daxwaza bavê xwe ew hiqûqê dixwîne, li Frankfurtê dibe avûkat, lê ne serketî ye zêde. Çawa Mîrê Sachsen-Weimar-Eisenachê Carl August wî sala 1775an vedixwîne cem xwe li Qesra xwe ya li Ilmê, ew êdî dibe wezîr û serokwezîrê karê dewleta wî.
Ji bilî navbereke 2 salan a ku wî berê xwe da Îtalyayê û tenê bi huner daket, ew 51 salan li Weimarê, navenda vê dewleta hanê ma. Li gorî îdîayan, evîneke wî ya platonîk ji jina qesrê, jina ji malmezinan Mîrzade Anna Amalia re hebûye. Ew sala 1774´an bi serseyisê qesrê Friedrich Freiherr von Stein re zewicî û navê wê jî weke Charlotte von Stein wê bihata zanîn. Goethe yê ciwan bi saloxan, dil ketibûyê. Ev resma hanê jî xebero Charlotte von Stein û Gothe nîşan dide. Bi çavên gelekan, Charlotte bûye îlhama Gothe ji bo tevahiya hunerê wî.
Lê Goethe wê dil biketa jineke din a xizan a bi Christiane Vulpius. Piştî ku ew 18 salan li mala wî ma, hîna nû Goethe wê bi wê re bizewiciya.
73 salî dilê wî ma
Di jiyana Gothe de evîneke bi kalî jî heye ku dilê wî gelekî hiştiye. Goethe yê 73 salî dil dikeve Ulrike von Levetzow; heta Goethe doza zewacê jî lê kir, lê wê Gothe red kir. Bi saloxan, berhema wî ya navdar Marienbader Elegie, wî li ser vê yekê nivîsiye. Yanî gava 22´yî Adara 1832´yan Goethe li Weimarê mir, wî ji bilî Faust 1 û 2´yê, Mahomet der Prophet (Mihemed ê Pêxember; ji ber Tragodiya Voltaire girt û jinûve nivîsî), Die Leiden des jungen Werthers (Kerba Wertherê ciwan), West-ostlicher Divan (Dîwana Rojava-Rojhilatî; bi îlhama ji Hafiz girtî ev dîwan nivîsiye*) bi evîn, xweşî û kerba evînê terka vê dinyayê dikir.
* Hin îdîa hebûn ku Goethe Melayê Cizîrî jî nas kiriye, lê ti delîla vê yekê nîne, Îbrahîm Bulak nîşan dabû ku ev yek ne rast e û nivîsa Nîzamî, weke Nîşanî ku ji nasnavên Melayê Cizîrî bûye, hatiye xwendin ji bo vê îdîaya bêbingeh.
Binihêre li: http://ozgurpolitika.com/ma-goethe-bi-kurdi-dizani/
NAVENDA NÛÇEYAN
Li ser Îslamê hizra Goethe
Goethe serê xwe gelekî bi Îslamê êşandibû. Beriya wê, wî gelekî serê xwe bi Xiristiyaniyê jî êşandibû û di berhemên xwe yên hunerî de, xasma di şiirê de wî "ez" a xwe ya helbestî dûrî fikra fêrkirî ya Xiristiyaniyê kiribû. Di Dîwana Rojava-Rojhilatî de wî bi tesîra sofîtiyê, "ez" a xwe ya helbestî dûrî hizra Îslama sunî û jirêûresmê kiribû. Belkî ev rêzên li jêr ên ji Dîwanê vê çêtir bidin fêmkirin:
Gelo Quran ebedî ye?
Ez li vê napirsim! ...
Gelo ew kitêba kitêban e
Ji ber ferza xwe ya Misilmaniyê, ez ji vê bawer dikim.
Lê ma mey ji ebediyetê ye,
Hîç şik û gomanê jê nabim;
Yan jî gelo melekan ew çêkiriye,
Belkî ew jî ne helbestek be.
Yê ku vedixwe, kî dibe bila bibe,
Tezetir li dêm û dirûvê Xwedê dinihêre.*
(WA I, 6, 203)
* Wergera Luqman Guldivê ye.