
Girtiya siyasî ya Kurd Şehla Mihemediyanî ev 13 rojin di girtîgeha Tebrêz a Îranê de çalakiya greva birçîbûnê ya dabû destpêkirin didomîne. Li gorî nûçeya malpera Mafê Mirov a Hengaw, Şehla Mihemediyanî (28) xwendekare û ji bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Hat diyarkirin ku Şehla Mihemediyanî li dijî zextên rayedarên girtîgehê û ji ber girtina birayê xwe Hêmin jî dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Şehla Mihemediyanî di 2015’ê de hate girtin. Di 18’ê Kanûna 2016’ê de bi îdiaya ‘Endambûna hizbek Kurdî’ Dadgeha Mehabadê çar sal ceza dayê. Her wiha 67 rojan di odeyeke yek kesî de, dibin lêpirsîn û îşkenceyê de mabû. Birayê Şehla Mihemediyanî, Hêmin Mihemediyanî di 4’ê Çile de hate girtin û heya niha jî agahî jê ne hatiye standin.
TEBRÊZ