Di civînê de sînevizyona derbarê 10 jinên dema borî li Kantona Efrînê qetilkiribûn hat nîşandan.
Piştre Rêvebera Kongreya Star a Kantona Efrînê Bêrîvan Zîlan sedemên cinayetên qetilkirina jinan di dema borî de li Kantona Efrînê nirxand û got: “ Tekoşîna jinê ya 40 salî di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de armanca wî şerê hişmendiya baviksalariyê kirine. Hişmendiya 5 hezar sal di civînek û du civînan de hilnaweşe. Le ew bi riya vekirina dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî derbarê rastiya hişmendiya baviksalariyê de tune dibe.”
Bêrîvan Zîlan diyarkir ku tekoşînan jinan ji bo pêkanîna jiyaneke azad û demokratîk gelek serkeftin di hemû aliyên jiyanê de bi dest xistin.
‘Kuştin ne çareserî ye’
Zîlan destnîşankir ku jin ne namûsa tu kesî ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Dema ku pirsgirêkeke girêdayî namûs û exlaq di nava civakê de derdikeve, ji bilî jinê tiştek nayê hişê zilaman û bêyî ku rastiyê bizanibin jinanê dikujin û di nava civakê de pesnê xwe didin. Kuştin ne çareserî ye. Ew pirsgirêkê kûrtir dike. Jin ne milk û namûsa tu kesî ne û em ji bo tunekirina vê hişmendiyê têbikoşin. Hilweşandina hişmendiya baviksalariyê wê bi riya organîzekirina dewreyên perwerdeyê ji zilaman re bi destê wan bi xwe be. wê gel sûcdarên doza kuştina jinan ceza bike”.
EFRÎN