Li gundê Hilwa ya navçeya Tirbespiyê, Buroya Aboriya Jin firneyek bi navê Gelawêj vekir.

Amadekariyên vekirina firneyê ji beriya 5 mehan ve destpêk kiribû, doh bi merasîmekê hate vekirin. Bi dehan jin beşdarî merasîmê vekirina firneyê bûn. Rêvebera firneyê Munîfa Seyîd bi xêrhatina beşdaran kir û got: “Jin dikarin gelek tiştan biafirînin.”

Firne bi destê dayika şehîd Rêwan û Hemûdî yên di pêngava rizgarkirina Til Hemîsê de şehîd bûn, hat vekirin.

 

QAMIŞLO