
Xwendin û nivîsandina xwe pêşxist
Yek jî jê kursiyeran Rûken Guneş anî ziman ku her çiqas di axaftinê de zehmetî nekişîne jî di nivîsandin û xwendinê de gelek zehmetî dikişand û wiha got: "Her çiqas Kurdî zanibim jî nivîsandin û xwendina min nebû. Bi riya wê kursê niha ez hem dikarim binivîsînim û hem jî dikarim bixwînim. Li vir cihekî pir xweş e, li vir parvekirinê hîn bûm. Me niha di asta yekemîn de kursa ziman dît. Piştre em ê derbasî asta duyemîn bibin. Ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im."
Kursiyer Necla Avci anî ziman ku demên borî jî li Mala Jinê ya Kardelen perwerdehiya kompîtir û muhasebeyê dîtibû û ji ber ku zimanê xwe yê zikmakî baş nizanibû tevli kursa ziman bûye û wiha got: "Ji ber ku bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîsinim, dixwînim û diaxivim pir kêfxweş im. Ji ber ku derfeteke wiha dane me, ez spasiyên xwe ji Mala Jinê ya Kardelenê re dikim."
DÎHA/AMED