Di çarçoveya kar û xebatên pêşxistina aboriya civakî de, bi piştevaniya Desteya Jinan a Kantona Cizîrê, li bajarê Tirbespiyê fabrîkeyeke konserwe ya bi navê “Înana” bi merasîmekê hat vekirin. Di merasîmê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên civaka sivîl û bi dehan welatiyên herêmê amade bûn.
Di merasîmê de piştre Seroka Desteya Jinan Emîne Umer, Hevseroka Meclîsa Zangonsaz Elîzabêt Gewriyê, Cîgira Hevserokên Kantona Cizîrê Nadiye Yûsif û Rêvebera Yekîtiya Star Nehîme Hesen axivîn û vekirina kargeh li hemû welatiyan û bi taybet li jinên herêmê pîroz kirin.
Di axaftinan de hate gotin ku ev proje û destkeftiyên li Rojava bi saya fedekariya têkoşeran pêk hatine. Her wiha bang li hemû jinan kirin ku hevgirtina xwe xurt bikin û rola xwe di hemû aliyên civakê de çalak bikin û aboriya xwe geş bikin.
ANHA/TURBÊSIYÊ