SEMRA TÛRAN / MA/AMED

Li navçeya Licê ya Amedê, jinên kedkar li hev kom bûn û kooperatîfek ava kirin. Nêzî 2 meh berê 5 jinên kedkar ji bo avakirina kooperatîfekê tev geriyane. Ji bo kooperatîfê hevdîtin bi jinên li navenda navçeyê û jinên li gundan re çê kirine. Piştî nîqaş û munaqeşeyan kooperatîfek ava kirine.

Ji bo avakirina kooperatîfê, jinan zebze hişkirine, tirşî, rîçal, salçe û qelî çêkirine. Ji bo ev berên jina di bin banê kooperatîfê de bên firotin amadekarî temam bûne û jinan ji bo avakirina kooperatîfê serlêdana xwe pêk aniye.

Wê çend roj şûnde kooperatîf dest bi xebatên xwe bike. Wê di destpêkê de 30 jin lê bixebitin.

Seroka Kooperatîfa Jina ya Licê Bedriye Dolak, li ser armanca kooperatîfê got: Me xwest em ji bo jinan qadeke îstixdamê çêkin û di warê aborî de azad bibin.

Dolak wekî din got, di nêz de em û jinên li gundan em ê bên cem hev û nîqaş bikin ka wekî din em ê karibin çi bikin. Li gor biryarên bên girtin em ê tev bigerin û em ê hewl bidin ku aboriya navçeya xwe xurt bikin. Nexasim navçeya me navçeya çandinî û sewalvaniyê ye. Em ê di bin banê kooperatîfê de van tiştan jî bikin”.