Li Londonê organîzasyona ‘Women Strike’ (Greva Jinan) ku gelek rêxistinên jinan di navê de cih digirin, civiya û berxwedana grevên birçîbûnê nîqaş kir.

Rêxistinên jinan, li Navenda Civaka Kurd a Haringeyê civiyan.

Rêveberên organîzasyona bi navê Women Strike ku sazî û jinên ji gelên cuda pêk tê, bi jinên Kurd re civiyan û tecrûbeyên hevpar ên têkoşînê nîqaş kirin.

Nûnerên jinên Kurd, diyar kir ku li ser hevparbûna têkoşîn û berxwedanê nîqaş kir.

Piştî civîna jinan, bi tevlîbûna Alî Poyraz, Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz ku ji 14’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ne, bi sernavê ‘Grevên birçîbûnê û divê çi bê kirin’ civînek hat lidarxistin.

Di civînê de berxwedêrê greva birçîbûnê Alî Poyraz axivî û armanca xwe ya çalakiyê vegot. Alî Poyraz diyar kir ku hem pêşengiya jinê ya vê berxwedanê, hem jî piştgiriya jinan a berxwedanê watedar e.

Komalaya Addamer ku ji sala 1992’an ve bi armanca piştgiriya ji bo girtiyên Filistînî dixebite, peyamek ji civînê re şand û piştgiriya xwe ya bi berxwedanê re nîşan da.

Piştî axaftinan di beşa duyem a civînê de çalakiyên hevpar hatin plankirin. 

 

 ANF / LONDON