
Gelek tişt guherî
Omer vê rewşê wiha rave dike: “Beriya şoreşê tevî ku ez parezer jî bûm mafê min zêde tine bû. Sîstema Baas tu maf nedida jinê, jin di her warî de di bin zextan de bû. Min her tim hîs dikir ku ez paş de ketime. Dema ez li rewşa niha mêze dikim di aliyê zihniyetê de pir guhertin li gel min çê bûne. Ez dikarim mafê xwe biparêzim. Di malê de jî di bin zextan de bûm. Ez niha zarokên xwe jî ji bo dema pêş amade dikim. Ez gelek kêfxweş im ku bi vê şoreşê re pêşketin li gel min çê bûne.”
Qanûnên formalité
Omer berdewama nirxandinên xwe de tîne ziman ku di dema rejîmê de ti mafê jinê tinebû û piştî şoreşa Rojava jin bûye pêşeng û di gelek aliyan de jin bûne xwedî rolek girîng. Omer nirxandinên xwe wiha dewam dike: “Di rejîma Sûrî de di şekil de wekheviya jin û mêr hebû, lê di pratîkê de ne wisabû. Hem aliyê siyasî, hem aliyê nîzam, hem di aliyê aborî de qanûnên li hemberî jinê hatine çêkirin di bin bandora şerîatê de hatine çêkirin. Mînak di qanûna rejîmê de jinek 17 salî dikare bizewice. Jinek di wî temenî de be çawa dê bikaribe biryara zewicandinê bide? Ev ji bo jinê pir xeter e. Wekî din di qanûna rejîmê de zilam dikarin heta bi 4 jinan re bizewice. Ev fermî di qanûna şerîatê de heye.
Jin nîvê zilam bû
Jin nîvê zilam tê hesibandin. Carek din di parvekirina mirate de zilam ji jinê du qat bêtir par digire. Zilam kîjan demê bixwaze dikare dest jinê berde bê ku bifikire ku dê jin biçe ku derê, çawa bijî. Lê jin wek zilam nikare bi hêsanî cihê bibe. Zilam dikare zarokê wê jî ji dayikê bistîne. Jin bê xwesteka zilam nikare biçe ji derve kar bike.” Omer wiha dibêje: ´Rastî min di parêzertiya xwe de, beriya şoreşê mafek berbiçav nedidît. Wexta ez diçûm dadgehê min nedizanî ezê kîjan awayê biparêzim. Ji ber ku qanûn bi xwe li dijî jinê hatibû amadekirin. Lê piştî şoreş destpê kiriye mafê jinê di her awayî de zêde bû.´
Jina zana pêşeng e
Omer derbarê jina pêşeng de jî agahiyên girîng dide û dibêje; Ji bo jin hiqûqa xwe bizanibe em xebat dikin. Ji bo bandora van qanûnan li ser jinê em kêm bikin û hiqûqa jinê li wê bidin nasîn em xebat dikin. Armanca me di navbera jin û zilam de çêkirina wekheviyê ye. Ji bo ku em van xebatan bi serketî bimeşînin pêwîste jin rola xwe bilîze. Ji ber ku jina ku dikare zîhniyetê biguhere, tekoşînê bike, bi awayeke rast tevbigere, dikare rola xwe bilîze.
Bi şoreşê re jin
Omer derbarê şoreşa li Rojava û sazkirina rêveberiya demî jî agahiyên girîng dan û wiha dewam kir: Li Rojava Xweseriya Demokratîk hat îlankirin. Di vê pergalê de cihê jinê diyarkere. Sîstema hevserokatiyê ji bo wekheviyê gaveke girîng e. Armanca Navenda Mafnasî ya Rojavayê Kurdistanê jina ku berê mafê xwe yên xwezayî nedizanî yan jî nedikarî bîne ziman, bi awayeke demokratik bîne ziman û biparêze. Em dixwazin hiqûqa ku exlaqê civakê bingeh digire bidin meşandin. Di vê çarçoveyê de têkiliyên me li gel saziyên din ên jinê wek Yekitiya Star, Sara, Însiyatîfa Jinên Sûriyeyê heye.
Weşanên ji bo jinê
Derbarê sîstemek demokratîk de jî Omer ev xal anîn ziman: Wek sazî her dawiya mehê, weşanên me yên ku di bingeha Xweseriya Demokratîk de hatine amadekirin derdikevin. Mînak li ser malbata Demokratîk dê çawa be? Me di bingeha Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de çêkir. Yanî dê malbatek çawa demokrat be. Ji bo ku pergala berê ku di mejî de hatiye rûniştandin bê guhertin, pêwîste çawa tevbigerin? Me li ser vê amade kir û weşand."
QAMIŞLO