Li seranserê Ewrûpayê jinên Kurdistanî û distên wan, bi şîara ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e’ daketin meydanan û şideta li dijî jinê rûreş kir û peyama xurtkirina têkoşîna azadiya jinê da.
Birasthatina Roja Têkoşîna li dijî Şideta li Jinê, li bajarên,Elmanya, Fransa, Swîsre, Qirbris, Ermenistan û paytexta Îtalya Romayê çalakî hebûn. Çalakî bi dirûşmeya ‘Şideta li dijî jinê polîtîk e’ bi rê ve çûn. Jinan bi yek dengî şideta li dijî jinê şermezar kir û peyama xurtkirina têkoşînê da.
ELMANYA
Dusseldorf: Jinan şideta li dijî jinê bi mîtîngekê şermezar kir. Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Eyaleta Nordrhein Westfalenê beşdarî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd, li ser navê jinên Elman, Îranî, Efxan axaftin hatin kirin û peyama xurtkirina têkoşînê hat dayin.
Bremen: Meclîsa Jinê a Sêvê û dostên jinên Kurd bi mîtîngekê şideta li dijî jinê rûreş kir. Di mîtîngê de li gel jinên Elman, Efxan gelek jinên ji neteweyên cihê amade bûn. Di çalakiyê de ji jinan hat xwestin ku li dijî her cûre şidetê li ber xwe bidin.
Frankfurt:Meclîsa Jinan a Frankfurtl, Meclîsa Jinan a Sêvê a Offenbachê û Meclîsa Jinan a Nûjîn a Hanauyê meşek organîze kir. Di meşê de li ser navê YJK-F, Vîldan Dîrîk axivî û diyar kir ku her roja diçe, şideta hişmendiya serwer a mêr ya li dijî jinê zêdetir dibe û destnîşan kir ku divê ji qirrkirina jinan bibêjin êdî bes e.
Ulm: HDK-A, SKB, TJK-E, SYKP, ADKH, Jina Nû, MLPD, Rebell, Kolektîfa Xemrî-Sor û jinên endamên Federasyona Anadolûyê bi rasthatina roja têkoşîna li dijî şideta li jinê, li navenda bajêr xwepêşandanek li dar xist.
Darmstadt: Bi pêşengiya jinên Kurdistanî, mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de aktivîsta TJK-E’yê Zozan Serhat bal kişand ser têkoşîna jinê û girîngiya azadiya jinê.
Giessen: Meclîsa Jinan a Berçem li dijî şidetê li li jinê mîtîngek bi rê ve bir. Di çalakiyê de bal hate kişandinî ser girîngî û wateya rojê û polîtîkayên şer jî hatin rûreşkirin.
Hannover: Bi meş û mîtîngeke bi dirûşma ‘Hemû şideta li jinê polîtîk e. Dibe ku ew tu bûya’ meşeke protestoyî hat kirin. Di meşê de Komeleya Federasyona Meclîsa Jinên Êzîdî (TAJÊ), meclîsên jinan ên Hannover û Salzgitterê, komun, komîsyon, komîte û însiyatîfên femînîst ên jin jî hazir bûn.
FRANSA
Marsîlya: Bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Marsîlyayê meşek hat kirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên sê jinên şoreşger ên li Parîsê hatibûn qetilkirin jî di çalakiyê de hatin hilgirtin.
SWÎSRE
Lozan: Jinan, rêxistinên jinan ên di bin sîwana Tevgerên Femînîst ên Kolektîf de cih digirin, bi wesîleya rojê meş û mîtîngek li dar xist. Jinên Kurd jî bi ala û rengê xwe tevlî çalakiyê bûn. Di mîtîngê de Dîlan Zobû li ser navê Meclîsa Jinên Kurd Lajîn a Lozanê axivî û ji bo têkoşîna hevpar bang li jinan kir.
Bellizona: Rêxistinên jinan ên Swîsreyî û jinên Kurd çalakiyeke hevpar organîze kir. Jin li ber stasyona trenê ya navendî civiyan, bi pankarta “Na ji şideta li jinê re” meşiyan. Jin çûn serdana jinên li kampên penaberan ên li Bellizonayê. Piştre mîtîng li dar xistin û bi gotina dirûşman dawî li çalakiya xwe anî.
QIBRIS
Limasol: Bi pêşengiya TJK-E´yê ji Navenda Çand Kurd a Theofîlosê heta pêşiya avahiya Şaredariya Lîmasol meşek li dijî şideta li jinê hat kirin. Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin gotin. Çalakî bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
ÎTALYA
Roma: Li paytextê jinên Kurd û Îtalî meşek li dar xist. Di meşê de dirûşmên ‘Jin, jiyan, azadî’ û ‘Ji qirkirina jinê re na’ hatin gotin.
ERMENÎSTAN
Êrîvan: Jinên Kurd û Ermenî bi hev re daxuyaniyek da. Daxuyanî li Mala hindikahiyên Ermenîstanê ji aliyê endama Partiya Komunîst, nivîskar Amalya Terteryan ve hate dayin. Terteryan bal kişand ser şideta fizîkî û psîkolojîk a li welatên Rojhilata Navîn, Efrîka, Asya û Emerîkaya Latîn li jinan tê kirin û got, ji bo tepisandina muxalefeta civakî û pêşîgirtina li tevgerên azadiya jinê, şideta li jinê, weke rêbazekê tê bikaranîn û bi polîtîkayên li warên medya, çand û huner, ev rêbaz tê xurtkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN