Dadgehê daxwaza jinan pejirand ku bi alîkariya Şaredarî û polîsê Silêmaniyê cenazeyê Sinor were veşartin.

RJAK’ê doj cara duyemîn daxwaznameya ji bo wergirtina cenazeyê Sinor pêşkêşî dadgeha bajarê Silêmaniyê kir. Pêşî komekê jin li ber deriyê dadgehê daxwaznameya xwe ji raya giştî re eşkere kirin û paşê çûne avahiya dadgehê û radestî dozger kirin. 
Di daxwaznameya RJAK’ê de hat gotin ku jina 21 salî Sînor di 2’ê Cotmehê de li parka Dayik li ber çavê xelkê ji aliyê bavê xwe ve hatiye qetilkirin û wiha hat gotin: “Li gel vê jî ji wê demê ve heta îro cenazeyê Sînor li morga Silêmaniyê tê ragirtin û kes xwedî lê dernakeve.”

Di daxwaznameya xwe de RJAK’ê diyar kir ku ew amade ne xwedî li cenazeyê Sînor derbikevin û bi merasimekê bispêrin axê. Her wiha di daxwaznameyê de hat xuyakirin ku beriya niha jî wek RJAK serdana dadgehê kiribûn lê bersivek ji wan re nehatiye dayîn û tê xwestin ku cenazeyê Sinor radestî wan were kirin.
Di serdana duyemîn de hat qebulkirin

Piştî xwendina daxwaznameyê şandeyek li ser navê RJAK’ê ji bo ku daxwaznameya xwe pêşkêşî dozger bikin, çûne avahiya dadgehê. Di hevdîtina nêzî seatekê ya jinan bi dozger re, dadgehê biryara wan ya xwedîderketina ji Sînor perjirand.

Li gor vê yekê wê di rojên pêş de cenazeyê Sînor radestî RJAK’ê were kirin. Her wiha Şaredarî û polîsê Silêmaniyê jî ji wan re bibe alîkar. Piştî bidawî hatina kar û barên hiqûqî wê cenazeyê Sinor bi merasimek taybet ji aliyê jinan ve were veşartin. 


GELAWÊJ EWRÎN/ ŞENGAR BIRADOST - ROJNEWS