
Komcivîna Jin û Parastinê ya li ser asta Rojhilata Navîn bi diruşmeya “Hêza xweser a jinan misogeriya civaka azad e” bi beşdarbûna nûnerên 160 delegeyên ku nûnertiya 16 hêzên leşkerî yên jinan dikin, doh li Kobanê dest pê kir.
Salona komcivînê bi alên hêzên beşdar, wêneyên Şehîd Sakîne Cansiz, Şîlan Kobanê û bi dehan şervanên Jin ên ji bo azadiya jinan jiyana xwe ji dest dane hate xemilandin. Seroka Desteya Rêveber a Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif, Hevseroka TEV-DEM’ê ya Kobanê Eyşê Efendî, Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed, Cîgira Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen, Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a KObanê Fayîza Ebdê, Berdevka Fermî ya Kongreya Star a Rojava Evîn Siwêd, Nûnerên Rêveberiya Xweser û hejmarek mêvanên din jî beşdarî komcivînê bûn.
Di salona komcivînê de diruşmeyên bi nivîsên “Jin ji bo azad bibe tekoşînê dike, Dema Azad dibe xweşik dibe, xweşik dibe tê hezkirin”, “Civaka Jinan a azad, civaka exalqî, siyasi ye.”
Hêzên ku beşdarî komcivînê bûne, Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN), Jinên ciyê xwe di nava QSD ê digrin, Partiya Komînist a Tirkiyê (TKP/M), Hêzên parastina jinan, MLKP, Hêzên Jinên Bêtnehrên, MLKP/ KKÖ, Yekîneyên Antî Teror, Yekîneyên berxwedana Şengalê, YJŞ`ê , YJA Star, HPJ, Hêza Eniya Parastina Jinên Şehbayê û şervanên jin ên ciyê xwe di Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de digrin.
Beriya komcivîn dest pê bike Berdevka Fermî ya YPJ’ê Nisrîn Ebdulah bernameya Komcivînê xwend û her hêzê bi kurtasî xwe pênase kir, piştî danasînan Endama Fermandariya YPJ’ê Sozdar Dêrik axivî û lidarxisitna komcivînê li hemû jinan pîroz kir û girîngiya rêxistinkirina jinan vegot.
Jin bûne avakar
Her wiha Hevseroka Desteya Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyeyê Foze Yûsiv axivî. Foze Yûsiv di axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina jin û rola wê di pêşengiya civakê de û got:ʺ Jin di qadên şer û parastina cewherî de xwe isbat kir. Jin bûye hêza ku sîstema kapîtal têk dibe. YPJ`ê li Rojava ev yek ispat kir û rastiya sîstema kampîtal derxiste hole.”
Foza Yûsiv anî ziman ku jinan ji bo tevayî cîhanê li Rojava û Sûriyeyê şer kiriye û wiha pê de çû: “ Lewma jin bûye hêviya avakirina civakeke nû li ser xaka Mezepotamiya û ji nû ve vejînkirina mîrasê jina pêşeng.ʺ
Di berdewamiya komcivînê de endama Kordînasyona Rêveberiya Xweser a her sê kantonên Rojava Bêrîvan Hesen axivî. Bêrîvan Hesen di despêka axavtina xwe de girîngiya lidarxistina komcivînê ji bo jin wekî gaveke dîrokî pênase kir û got: ʺBerxwedaniya YPJ`ê li Kobanê hêza jin bi her kesî da naskirin. Bi taybetî di aliyê leşkerî de YPJ`ê xwedî rolekî mezin bû.ʺ Tê payîn ku di berdewamiya komcivînê wê sînevizyoneke ku li ser rêxistinên leşkerî yên jin hatiye amade kirin, were pêşkêşkirin û rûniştina yekemîn a komcivînê destpê bike.
NAVENDA NÛÇEYAN