Karasû ragihand ku wî cara yekemîn Cansiz di Sibata sala 1981'ê de li zîndana Amedê nas kiriye û got, "Koma Elezîzê anîbûn Amedê. Hingî gotin hevala Sara jî anîne û birine koxûşa jinan. Gava hat kengî me hev dît, kengî me hev nas kir ew baş nayê bîra min. Beriya berxwedana Îlona 1983'an bi wesîleya tiştekî min ew dît û bi wî rengî min rûyê wê nas kir."


Israra vegera welat

Karasû da xuyakirin ku sedema Cansiz li welat vegerandiye Dêrsim e û di vî warî de wiha peyivî: "Mirovên Dêrsimê di wan salan de hînê nû li dijî vê komkujiyê, li dijî qirkirina çandî serî hildidan. Parçeyek ji vê serîrakirinê jî Sara ye û xwestiye di navê de cih bigire. Kengî fêm kir, têgihişt; qebûl kir ku li Dêrsimê qirkirin çê bûye. Ji kûrahiya dilê xwe hîs kiriye ku zilm û neheqiyeke mezin hatiye kirin. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî sîstema ev qirkirin kir, têkoşîna li hemberî zaliman ji xwe re weke wezîfeyekê dît."

Berxwedana ji bo azadiyê

Karasû bal kişand ser berxwedana zîndana Amedê û diyar kir ku li zîndanê faşîzma 12'ê Îlonê xwestiye hêviya azadiyê ya Kurdan, hêviya bidestxistina hebûna gelê Kurd li nava betonên zîndanê veşêre. Karasû da xuyakirin ku ji ber vê yekê berxwedana li zîndana Amedê hatiye nîşandan gelekî girîng e û wiha axivî:
"Rêheval Sara yek ji damezrînerên vê partiyê ye. Bi qasî ku haya wê ji girîngiya dîrokî ya vê partiyê hebû, ewçend jî berpirsyarî hilgirtibû ser milê xwe. Lewma sekin û berxwedana hevala Sakîne beriya her tiştî sekna ji bo temsîlkirina partiyê, li ser bingeha parastina rûmeta partiyê berxwedana parastina hêviya azadiyê ya gel e. Ji ber ku rêheval Sara dizanîbû ku Kurdistanek bê PKK hatibe eciqandin, wê bibe Kurdistanek rastî qirkirina çandê hatiye."


Sekna li Amedê mijara romanê ye

Karasû bal kişand ser zilm û zordariya giran a li koxûşên jinan dihat kirin û anî ziman ku heta sala 1983'an koxûşên jinan bi koxûşên din re ti têkiliya xwe nebû. Karasû got, "Di sala 1983'an de dema em li hev rast hatin, hingî damezrînerên PKK'ê, kadroyên pêşeng şehîd ketibûn. Lê belê, tevî ku ti têkiliya wê nebû jî hevala Sara jî bûbû xwedî seknek mîna ya Kemalan, Xeyriyan û Mazlûman. Dikarim vê bêjim; li zîndana Amedê şert û mercên herî giran li koxûşên jinan bû. Hem ji ber tecrîdê hem jîj i ber polîtîka û zîhniyetê zayendperest, di bin zexteke giran de bû. Sekna wê ne ji rêzê bû. Sekin û berxwedana Sakîne Cansiz a li hemberî polîtîkayên li zîndana Amedê, dikare bibe mijara gelek romanan."

Bû rûmeta jinan

Karasû diyar kir ku Sakîne Cansiz bi tenê li ser girtiyên jin ne xwedî bandor bû, ji tevahiya girtîgehê re bûbû çavkaniya moralê. Karasû da zanîn li dijî zextên li hemberî gelê Kurd, gelê Dêrsimê, jin û mirovahiyê Cansiz xwedî hêrseke mezin bû û got, "Eger di xeta azadiya jinê de bûye milîtana ewçend mezin; ev ye ji ber sekna wê ya bi hest û ruhê xwe ye. Ji bo pêşveçûna Tevgera Azadiyê ya Jinê çi jê hat pêk anî." Karasû da xuyakirin ku li gel vê yekê, taybetmendiya herî berçav a Sakîne Cansiz sekna wê ya bi heybet û esaleta wê ya şoreşgerî bû û wiha got: " Sekneke wê, cidiyeteke wê hebû. Kesayeteke cidî bû. Li gorî PKK'ê nêzîkatiyeke cidî nîşan dida. Lewma bi wê cidiyeta xwe, bi wê sekna xwe ya serbilind û bi wê vîna xwe ya naşikê, yekser bandor li derdora xwe dikir. Hînê ji destpêkê ve hurmet dît."

Rêhevaltiya wê rûmetek e

Karasu wiha dawî li axaftina xwe anî: Naskirina hevala Sara û rêhevalbûyîna pê re ji bo min rûmeteke mezin e. Li zînadna Amedê berxwedan girîng bû, temsîlkirina partiyê girîng bû. Dayîna kedê girîng bû. Ji ber vê yekê hevala Sara hurmet nîşanî hemû berxwedêr û kesên xwedî ked, dida. Kî dibe bila bibe her hevalê/a li ber xwe dide, di çavê wê de pîroz bûn."

BEHDÎNAN