Sala 1983’an li Ewrûpayê di pêşketin û bi rêxistibûna hunerî de kedeke mezin da û di xebatên avakirina Hunerkomê de cih girt. Piştre berê xwe da çiyayan û di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê di şer de jiyana xwe ji dest da. Her çiqas di ser şehadeta wê de 24 sal derbas bûbin jî, nexasim stranên wê yên ‘Lo hevalo’, ‘Hawar gundîno’ hîna tên gotin. Hozan Mizgîn di rêça hunermendekê de diçe ku wekê wê li dijî rolên li jinê hatine ferzkirin têkoşiya. Li stranên wê guhdarî dikir û ew digotin. Mizgin li stranên Ayşe Şanê guhdarî dikir û digot. Navê Hozan Mizgîn, her weha bi stranên ku Hozan Serhad nivîsîn yên wekê ‘Mizgîna çeleng, xwedî nav û deng’ di bîra Kurdan de cihê xwe girt.


‘Êşên jinên kurd vedigotin’

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hozan Mizgîn bi van gotinan bi bîr dianî: “Ew keçek bû ku PKK’ê afirandibû. Di temenê biçûk de beşdarî nav refên me bû. Keçeke layiqê PKK’ê bû. Keçeke li gorî pîvanên PKK’ê bû.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Alî Haydar Kaytan ku Mizgîn sala 1981’ê nas kir ji bo wê weha digot: “Jinek bû, hunermendek bû û şoreşgerek bû. Nûnera dema herî bi êş ya dîroka jinên Kurd bû. Mirov dikarin wê wek zaneya êşan bidin nasîn. Êşa jinên Kurd, zext û zilma li ser jinên Kurd bi awayekî xurt temsîl dikir. Ew jineke şoreşger, hunermendek, mîlîtana partiyê û gerîlayek bû. Ev her sê taybetmedî jî di kesayeta xwe de şênber dikirin.”


Ji bo ku diyalogê bike serê xwe digirt

Mizgîn a ku her tim dixwend, agahiyên xwe bi malbatê re parve dikirin. Xwişka wê Şukran Akşe, di roportaja xwe de weha qala Mizgînê dike: “Wê demê xebateke mezin hebû. Beriya darbeya 12’ê îlonê gelek heval hatin girtin. Li wan jî dihat gerîn. Ji ber vê jî salekê tevî ku li bajar bû, nehat malê. Axaftinên Egîd, tiştên ku dixwest ragihandina, her tim Mizgînê dianî û dibir. Egîd deşîfre bûbû. Îhtîmala girtina wî zêde bû. Mizgînê dikarî îqna bikira. Mizgîn jin bû û bi her alî re diket îrtîbatê. Xwişka min girêdayî ola xwe bû. Ji ber vê jî ji bo ku bi aliyê oldar re bikeve diyalogê serê xwe digirt. Her tim melhefa sipî li serê wê bû. Ji bo deşîfre nebe her tim xwe digirt û wisa derdiket derve”.


‘Ezê li gerîla strana me bibêjim’

Şukran di dewama axaftina xwe de got: “Dengê wê pir xweş bû û her tim stran digotin. Dema stran digot, ji min re digot, ´ez dibêjim, tu jî li pey min bibêje´. Digot, ´vana di hişê xwe de bigire, ji bîr neke.´ Mizgîn beriya bibe gerîla, ji bo Newrozê stranek çêkiribû. Min jî her tim mudaxale dikir, min got, ev der nebûye, vê bikê. Her carê digot, ´xwişkê ka wê hevokê bide min ez pereyê te didim´. Henek dikir. Her tim digot, ´ev strana me herduyan e´. Digot, ´ez ê strana me li gerîla bêjim´.”


‘Teslîmî leşkeran nebû’ 

Mizgîn beriya jiyana xwe ji dest bide, telefonî mala xwe dike û ji dayika xwe re dibêje, min bêriya te kiriye. Mizgîn di telefonê de dibêje “dayê min pir bêriya we kiriye, bi taybet jî bêriya te kiriye. Were ez te bibînim. Lê malbata wê xwe negîhandibû, Mizgîn jiyana xwe ji dest dide. Şukran weha got: “Em bi mirina wê bawer nebûn. Mizgîn ji bo xebatekê şandibûn Tetwanê. Bi mecburî li malekê ma. Şandin malbatekê. Kesê wê datîne malê, piştre îxbarê dike. Xaniyekî du kat bû, her der girtîbû. Cihê revê jî tinebû. Bi sedan leşkerî dora wê girt, lê ew teslîm nebû. Xwe bi çalakiyeke fedayî îmha kir.” 


 JINHA/NAVENDA NÛÇEYAN