
Jina xwendevan
Gulîzer di sala 1967’an de dibistana amedeyî bi pileya 4.5 diqedîne û di zanîngehê de beşa mamosteyiyê dixwîne. Di sala 1971’an de Zaningehê bi awayekî serketî bi pileya 4.5 temam dike. Ji bo diplomaya momosteyî yê bigre Gulîzer li gundê Qerapilaxê salekê bi awayî stajyer xebat dide meşandin. Piştî dema stajyerî diqede êdî Gulîzer diplomaya ku bi salan xeyalê wê dikir bi dest xist dixe. Piştî diplomaya xwe digire Gulîzer dizewice û diçe bajarê Azerbaycan Bekûyê ji ber problemên îqamê û cîh nêzî salekê nikare mamostetiyê bike. Lê ew ji bo ku rojekê berê rojekê dest biçe rafê dibistanê û bi zarokan re mîna mamosteyê xwe hevaltiyê bike bi kelecanek mezin dixebite ku problemên xwe çareser bike. Piştî hemû pirsgirêk çareser dibin Gulîzer û hevjînê xwe diçin bajarê welatê Mangolya Ulan-bator û dest bi mamosteyî yê dike. Keça yekem a di nav Kurdên Sowyeta berê de zaningeh xwendî û bûye mamoste bi giştî sîh salî bi eşk û kêfxweşiyek mezin li bajarê Ulan-bator mamosteyiyê kiriye. Gulîzera Tahirê Eliyê Tarê dema ji me re qala jiyan û serpêhatiya xwe dike wan roja bi bîr tîne.
´Bavê min riya min vekir´
Gulîzer wisa qala xwe dike; “Di wan salan de di nav Kurdên Sowyetê de zarokên keç bes dibistana seretayî dixwendin. Ev yek ji bo min jî wisa bû. Dema min dest dibistanê kir şûn ve nêrîna min û ya bavê min hat guhertin. Di dibistana seretayî de mamosteyê min ê bi navê Cafer Qulî bi xwendevanên xwe re pir baş dida û distan. Her wiha bi eşqeke mezin mamostetî dikir. Ji ber vê yekê ez bi mamosteyê xwe ve hatibûm girêdan û min jî wek wî bi eşqeke mezin dixwend û dersê xwe çêdikir. Bi demê re min ferq kir ku ez jî wek mamosteyê xwe dixwazim bibim mamoste. Hîn di wan salan de min di fikrê xwe xwendina zanîngehê û piştre mamosteyî ji xwe re wek armancekê danîbû. Bi demê re bavê min jî ferq kir ku ez dixwazim bixwînim û ji xwendinê hez dikim. Şensê min ê herî baş bawer dikim ew bû ku bavê min, min baş fêm dikir û heta dawî ji bo ez bixwînim ji min re bû piştgir.”
´Min mamosteyê xwe mînak girt´
Keça Kurd li welatê xerîbiyê dibistanê bi serketî diqedîne û bi pileyek baş zaningehê qezenç dike. Gulîzer dibêje ger mirov karekî bi dilê xwe bike wê demê serketin û encamgirtin jî gengaz dibe. Gulîzer wisa qalê dike: “Ji bo min dibistan ne tenê xwendin bû. Min bawer dikir ku ez ê bi ser bikevim. Her wiha pêwîst bû ku ez serketîbim. Ji ber bavê min jî ji min bawer dikir ji ber vê yekê pêwîst bû ku ez wî jî vala dernexim û baweriya wî neşkînim. Ji bo ez bixwînim û serketîbim hincetên min pir bûn. Ji ber vê yekê di dibistanê de çi ji destê min dihat min dikir. Min di sala 1967’an de dibistana amedeyî bi pileya 4.5 temam kir û ji bo Enstûtiya Mamoteyî yê hatim qebûlkirin. Di sala 1971’an de dîsa bi pileya 4.5 min zanîngeh qedand. Ji bo ez diplomaya mamosteyî yê bigrim ji bo salekê ez çûm gundê Qerapilaxê piştî min ew jî serketî qedan êdî ez jî wek mamosteyê xwe Cafer Qulî bûbûm mamoste. Dema min diploma girt şabûna xwe nikarim bi gotina bînim ser ziman. Ji bo min jiyan êdî nû destpê dikir. Jiyan nû li pêşiya min hebû êdî.”
´Mamosteyê 30 salî bû penaber´
Gulîzer piştî zaningehê jî diqedîne dizewice û bi hevjînê xwe ve dikeve ser rêya bajarê Azerbaycan Bakûyê, lê li vî bajarî ji ber hin probleman nikare mamosteyî yê bike. Sedama wê jî Gulîzer wisa bilêv bike. “Êdî ez mamoste bûm. Li cem me keç di emrê biçûk de dizewicin lê min heya dibistana xwe neqedan ez nezewicîm. Piştî dibistan temam bû li gor erf û adetên me ez jî zewicîm. Hevjînê min jî mirovekî baş û xwende ye. Wî jî dizanî ku ez dixwazim bixwînim û mamosteyî yê bikim. Piştî zewacê em çûn bajarê Azerbaycan Bakûyê. Ji ber pirsgirêkên nasnamê min nêzî salekê nikarî kar bikim. Piştî çareserkirina hemû probleman em çûn bajarê welatê Mangolya Ulan-bator li vî bajarî 30 salî min mamosteyî kir. Di wan salan de ez bûm mamoste, min xewnên xwe êdî bi zindî jiyan dikir û bûm dayik.”
Şerê Qerebaxê
Piştî 30 salî mamostetiyê li Bakûyê rewş tê guhertin. Gulîzer û hevjînê xwe ji ber şerê Qerabaxê koçî bajarê Kazakîstanê Almata û piştre jî koçî bajarê Rûsyayê Krasnodarê dikin. Gulîzer wisa qala wan rojan dike; “Kurdên li Sowyetê jiyan dikin gelek welat guhertine. Ji Kurdistanê ji ber zilm û zordariya Osmaniya reviyane Ermenîstanê piştî ji Ermenîstanê her malbatek berê xwe da welatekî din. Me ji xwe re li Ulan-bator jiyanek avakiribû. Karê me bi rêk û pêk dimeşiya min mamosteyî hevjînê min jî dixebitî zarokan jî dixwend lê her çiqas jiyan ji bo me xweş be jî em ne yê vî welatîne û wê rojek were me ji vir dur bixin. Her wiha di dema şerê Qerabaxê de em neçar man ku koç bikin. Ev koçkirin ji bo me pir giran bû, lê ji neçarî mirov carna hemû tiştî li pey xwe dihêle û diçe. Niha jî em li bajarê Krasnadarê ne. Li vir min di Otonomiya Çanda Kurd a bajarê Krasnodarê de demekê ders dida zarokên Kurdab lê ji ber mezinbûna temen û jiyanî niha wê jî nikarim bikin.”
´Li gor jinê civak pêş dikeve´
Ger derfet ji keçên Kurd re bê dayîn ji bo pêşketinê bi xwestek û zîrekin dibêje mamoste Gulîser û wiha axivî: “Keçên Kurd ger derfet jê re bêdayîn pir zane û bi hêze. Em dibînin keçê Kurd di her qadî de xwedî li erk û berpirsyarê xwe derdikeve. Pêwîste di nav civakê de jî pêşî ji wan re bê vekirin û ji bo xwendina bilind biqedînin derfet bê dayîn. Di temenê biçûk de zewicandin an go ji ber zexta civakê malbatê ku zarokê keç naşînin dibistanan pêwîste dev ji van emelê xwe berdin û ev nêzîkatiyên paşverû li peyxwe bihêlin. Mamoste Gulîzer di axaftinê xwe de diyar kir ku pêwîste di her beşê pîşeyî de Kurd xwe bi pêş bixin û dibêje; “Bêgûman di nav ciwanên dixwînin de wê ciwanên xwediyê pîşeyên cûda cûda jî hebin. Dibe ku gelek ciwanên me bibin hunermend, lîstikvan, doktor, nivîskar, psikolog û hwd. Di civaka xwendî de ji her beşê kar mirov hene. Ev jî tê wateya ku ji bo civaka kurd li gor pêdiviyên xwe dikare xwe rêxistin bike. Lê ger ciwan nexwînin mixabin wê civak jî bê perwerde bimîne. Ji ber derfet ji keça re nayê dayîn xortên kurda jî zêde serê xwe bi xwendinê re naêşînin. Ger keç bixwînin wê xort jî bixwînin. Ev di dîyalektîka her civakê de wisa ye.”
´Asîmilasyon xurt e´
Li ser asimilasyona ku ciwanên Kurd di xerîbiyê de dijîn mamoste Gulîzer dibêje : “Di roja îro de ger mirov bixwaze xwe pêş bixe derfetên pir mezin hatine avakirin. Bi taybet ji bo ciwanan ev derfetên hatine avakrin pir girîng in ku baş bikar bînin dikarin xwe ji asîmilasyonê jî xelas bikin. Sedsala 21’an sedsala ilim û teknîkê ye. Di vê çaxa ku teknîk ketiye her malê de em bixwazin nexwazin jî bi van derfetên heyî zarokên me asimile dibin. Lê ger mirov bixwaze dikere pêşî li asîmilê bigire. Çawa? Çawa ku teknîk ji bo asîmîlebûna civakê tiştekî nebaşe her wiha ji bo civak xwe bi wê perwerde bike jî amûrek wiha başe. Ger mirov ev derfetê heyî baş bikar bîne dikare li gor çand û zamanê xwe li her qada ku mirov lê jiyan dike xwe û zarokê xwe pewerde bike. Ev dimîne li ser mirov bi xwe. Lê ji ber bi taybet kurdên me serê xwe zêde bi perwerdeyê naêşînin dibêjin em asîmîle dibin. Li gor min ev ne hincete. Niha li mala min bi xwe neviyên min dibistana Rûsya dixwîne dema ez bi wan re diaxifim ger bersiva min bi Rûsî didin ez qebûl nakim û ez dibêjim bi min re bi Kurdî biaxivin. Beriya her tiştî dayik gerek ziman li ser zarokê xwe ferz bike. Ev erka dayikê ye.”
ÊRÎŞ QOSER-KURDISTAN LEZGIYAVA/KRASNODAR