Mesture Erdelanî ya di sala 1805'an de ji dayîk bûye,  helbestvan û dîrokzanek nemir e. Mestûre bi qasî helbestvaniya xwe jineke bi hêz û wêrek bû. Pirtûka Mestûre Erdelanî ya yekemîn ku bi salan li ser dîroka Mîrîtiya Erdelaniyan lêkolîn kir û rawestîya di sala 1946'an de li Sine hat çapkirin. Mesture bi zarê xwe yê şîrîn helbestan rêz kir û di nava helbestvanên Kurd de cihê xwe digire û xwe digihîne nava dilê hemû jinên Kurd.


Ji bo jinên Kurd bû ronahî

Mestûre Erdelanî ango Mah Şeref Xanim di sala 1805'an de li bajarê Sîne yê Rojhilatê Kurdistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Sine di wê demê de paytexta mîrektiya "Erdelan" bû. Mesturê Xanim di nav malbateke dewlemend û naskirî de mezin dibe. Malabata Mesture di zarokatiya xwe de ji bo xwendin û tahsîlatiyê bilind diçe bajarê Silêmaniyê û li wir mezin dibe. Mesture bi zimanê Erebî û Farsî baş dizanî û di Rojhîlata Navîn de yekemîn dîro û helbestvana jin tê zanîn. 


Jineke bi hêz û wêrek bû

Mestûre bi qasî helbestvaniya xwe jinekeke bi hêz û wêrek bû. Her wiha di bawermendiya xwe de jî di nav civakê de xwedî rêz û rûmeteke mezin bû. Mesture di temenê xwe yê ciwan de bi zîrektî û xweşîkbûna xwe bala her kesî dikişine ser xwe. Bi salan di nav bera malbata Erdelan û Xusrew Xan de husumetî mezin di hat jiyin. Xusrew Xan ji bo dilê wan xweş bike û aştiyekê çêbike Mestûre wek hevjîn ji xwe re dixwaze û Mesture ji aliyê mam û bavê xwe ve di temenê xwe ya bîçûk de bi Xusrew Xan re tê zewîcandin. Zewaca Mestûre û Xusrew Xan di navbera her du malbatan de aştiyek mayînd çêdike. 


12 ilm qedandiye

Piştî hevjînê Mestûre jiyana xwe ji dest dide, mirina Xusrew Xan li ser wê tesîreke neyênî dike û bûye sebebê diltengiya wê. Mestûre jî hawara xwe gihandiye helbestan û hest û jana dilê xwe bi helbestan tîne ziman. Mesture di wê pêvajoyê de hêz dide nivîsandina pirtûkên helbest, dîrokî û olî. Pirtûka Mestûre ya yekemîn ku bi salan li ser dîroka Mîrîtiya Erdelaniyan lêkolîn kir û rawestîya di sala 1946'an de li Sine hat çapkirin. Her wiha pirtûka olî ya ku di derbarê "Şerîeta Îslamê" de amade kiribû heye û di nava civakê de wek oldarekî bi rûmet dihat naskirin. Mesture bi xwe 12 ilm qedandiye.


'Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî'

Mestûre di jiyana xwe de 20 hezar beyt bi zimanê Farsî nivîsiye. Gelek helbest û beytên Mestûre Erdalanî nîvisî bi sedema pirsgirêk û qeyranên di nav mîrektiya Erdelan de winda bûye û ne gihanê roja me ya îro. Mah Şeref Xanim (Mestûre Erdelanî) di sala 1848'an de hêj di 44 saliya xwe de li Sineyê jiyana xwe ji dest da û li wir spartin axê. Piştî Mestûre jiyana xwe ji dest dide, di sala 1925'an de li Tehranê pirtûka bi navê " Dîwanî Mah Şeref Xanimî Kurdistanî" hat çapkirin.


Ji bo Mestûre statû hat dayîn

Di sala 2005'an de ji bo pîrozkirina rojbûyîna wê ya 200'î li Hewlêrê statûyeka wê hatiye danîn. Pirtûkên wê bi zimanên Farsî, Almanî û Îngilîzî hatine wergerandin.


Mînakek ji helbesta 

Mestûre Erdelanî:

Ji bilî ser têkiliya wî min awir tune ye

jixwe ji bilî wî min fikar tune ye

her çiqas henaseya min ne li bîra min be, ji wî û min

Ji bilî henaseya sar min bîranîn tune ye

bextewar im li ber dûrbûna ji bejna wî ya bedew

Ji bilî xema wî qet min xemgînî tune ye


HULYA OKALÎN / JINHA/WAN