Rewşen Bedirxan di nav şert û mercên giran ên dema xwe de ji bo azadiya jinê jî xebatên girîng meşandin û gotina wê ya ji bo azadiya Kurdistanê jî hê di bîra Kurdan de ye: “Yekitiya Kurd bidin min ez ê Kurdistanek azad bidim we.”

Rewşen Bedirxan yek ji wan jinên pêşeng e ku bi xebatên giranbuha yên wêje, zanyarî û rewşenbiriyê, hem di dîroka Kurdistanê de hem jî di dîroka jina Kurd de cihê xwe girtiye. Bedirxan, yek ji wan kesan e ku ji ber polîtîkayên sirgûn û cezakirinê yên dewleta Osmanî, sala 1909’an li sirgûnê ango li bajarekî Anatolyaya Navîn, li Qeyseriyê ji dayik bûye. Sedem jî ew e ku bavê wê Salih Bedirxan piştî deh salên li girtîgehê bi fermana Sultan Reşîd hatibû efûkirin û ew sirgûnî Qeyseriyê kiribûn.


Welat bi welat geriya 

Piştî du salan, ango sala 1911’an malbata Rewşen Bedirxan vê carê berê xwe da Stenbolê û piştre jî Şamê. Ji ber rewşa siyasî ya Kurdistanê, Rewşen Bedirxan jî li gelek welatan û bajaran jiya. Bedirxan, ku dibistana seretayî li Sûriyeyê kuta kir, pişt re li Urdunê mamostetî kir û berpirsyariya gelek dibistanan girt ser xwe. 


Xebatên azadiya jinê meşandin

Rewşen Bedirxan, her wekî xebatên zanyarî û perwerdehiyê, di temenekî ciwan de dest bi xebatên jinê jî dike û sala 1934’an dibe endama Komeleya Yekîtiya Jinan a li Sûriyê. Xebatên aktîf ji bo azadiya jinê, her tim di rojeva Bedirxan de bûn û tevlî gelek xebatên girîng ên navneteweyî jî bû. Wek mînak, sala 1944’an li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongreya Jinên Cîhanê bû. 


Antî kolonyalîst bû

Bedirxan, her wiha ji bo gelên bindest jî her tim di nav liv û tevgerê de bû. Wê mafê azadiya gelan parast û li hemberî mêtingeriyê jî bi helwesteke xurt sekinî. Sala 1957’an dema li Yewnenîstanê Kongreya Li Dijî Mêtingeriyê (Kolonyalîzmê) hate lidarxistin, ji Kurdan jî 6 delege tên xwestin û Bedirxan tevî hemû astengiyan jî wek nûnera 6 delegeyan, bi tena serê xwe û bi ala Kurdan tevlî kongrê bû. Di heman demê de ev cara yekem bû ku di meydana navneteweyî de ala Kurdan hat hildan. 


Li Başûrê Kurdistanê xebatên jinê 

Bedirxan ne tenê li meydana navneteweyî û li welatên xerîbiyê, her wiha li Kurdistanê jî xebat meşandin. Sala 1971’an li bajarê Hecî Umran ê Başûrê Kurdistanê piştî xebatên giranbuha, bû pêşenga yekitiya jinên Kurd. Her wiha sala 1971’ê beşdarî Kongra 3’emîn ya Yekîtiya jinên Kurdistanê ya Başûr dibe û di heman salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd digire û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî diçe Stenbolê. 


Kovara Hawarê 

Beguman di nav hemû xebatên siyasî û rewşenbiriyê de, cihê xebatên ziman û wêjeyê pirr xuya bû. Digel xebatên hêja wê bi xwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Bedirxan, di nivîsa xwe ya bi navê “Kebanî û Mamoste” ya ku di Hawarê de hate weşandin, ji bo rastiya jin û mêr jî ev nirxandin kiribû: “Mêrên ku bexta netewan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin.”

Bedirxan di xebat û nivîsên xwe de pirsa ji bo jinan tê kirin baş nirxandiye û di gotareke xwe ya di hejmara 28’an a kovara Hawarê ya bi navê “Jin û bextiyara malê” de dibêje: “Gelek jin hene bawer dikin ku rihetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê seadet û bextiyarî ne ji dewlemendiyê bi tenê re ye. Xincikên belengazan hene ku seadet û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêhtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rehetî bi cih dibin.” 


Li gel Nurî Dersimî xebatên zanistî

Rewşen Bedirxan, li gel têkoşêr û rewşenbîrên pêşeng ên dîroka Kurdistanê jî hin xebatan dimeşîne. Rewşen Xanim sala 1956’an, ligel hemû şert û mercên jiyanê ên zehmet ligel Dr. Nurî Dersîmî, Hesen Hişyar, Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurd a yekemîn ava dikin û serketî komele dixebite.


‘Yekitiya Kurd bidin min ez ê Kurdistanek azad bidim we’

Rewşen Bedirxan, sala 1992’an dema jiyana xwe ji dest da, jiyaneke mişt têkoşîn, lêgerîn û berhem li dû xwe hişt. Bedirxan, welatparêzeke xurt bu ku her tim çaverêya azadiya Kurdistanê bû. Bedirxan, bi vê gotinê bal kişandibû ser pêdiviya yekitiya Kurd û Kurdistana azad: “Yekitiya Kurdan bidin min, ez ê Kurdistaneke azad bidim we.” 


 DÎHA/COLEMÊRG