Vê carê jî jina girtiya siyasî Zeynep Celaliyan  pêştgiriyek mezin ji Amerîka hat. Jinên Arjatînî jib o pêştgirî meşek li bajarê Buenos  Aîres li darxistin. Meşa ji aliyê Komîtiya Pêşgiriya Kurdistan û Amerîkaya Latîn ve hat tevgerkirin de Îzqûierda Socîalîsta (Partiya Çep), Dayîkên Plaza de Mayo, Convergencia Socialîsta (Yekîtiya Sosyalîst), Jıventûd Guevarîsto (Ciwanên Guwera)  û gelek sazî û kes beşdar bû. Dîsan Pizîjkê ku dema şerê li Kobanê dijwar bû û derbasî Kobanê bibû bîrandêran derman kiri bû Dr. Marîa Alvarez jî tevlî bû.

Meşa çalakvanan heta ber bi Kolostiya giştî ya Îran’ê domand û li vir siyaseta dewleta Îran’ê ya li dijî gelan  bi tûndî hate şermezar kirin. Çalakvanan di çalakiyê de alên KJAR û dovîzên ku azadiya dîlên siyasî xwestin hilgirtin. Çalakvanan di heman demê de Ferînaz Xoşrewanî ku ji bo keremeta xwe xwe ji Xanê avêti bû xarê û jiyana xwe ji dest dabû nehat ji bîr kirin.

Çalakî bi axaftinên li dijî dewleta Îranê ku ji aliyê sazî û Dayîkên Plaza de Mayo ve hatin kirin bi dawî bû. 


 BUENOS AÎRES