Jinên BDP’î ku di polîtîkayên der barê jinan de li Tirkiyeyê bûye alternatîfek di 4’ê Îlonê de di kongreya mezin a BDP’ê de bandoreke girîng li ser girtina biryaran kir. Der barê mijarê de Berdevka Demî ya Meclisa Jinan a BDP’ê Kîbriye Evren agahî da DÎHA’yê û diyar kir ku ew ji kevnoşopiyeke ku têkoşîna jinan ji bo xwe weke pîvan digire tên. Evren got ku wan di kongreyê de ji sedî 40 kota temam kirine, di MYK’ê de 5, Meclisa Partiyê de 39 jin digirin.
Evren anî ziman ku di Meclisa Partiyê de ji derûdorên cuda jin hene û wiha got: „Em rola jinan a di nava MYK û MP’ê de baş dizanin. Em partiyeke ku sîstema hevserokatiyê derbasî jiyanê kirine ne. Dema ku me MP diyar dikir ji keskan, femînistan, hiqûqnasan, akademîsyenan û nivîskaran jin girt. Me li herêman jî têkoşînek da û ji hevalên jin lîsteyek ava kir. Kesên ku di di warê têkoşîna jinan de hesas in me lîste pêk anî.“ Evren got ku di lîsteyê de 2 parlamenterên wan ên girtî jî hene û wiha berdewam kir: „Em ê li dijî girtinên ku didomin bêdeng nemînin. Tacîz, tecawiz, girtin, înfaz me bêzar nakin. Li şûna her hevalekî bê girtin hevaleke jin heye. Me di operasyona 14’ê Nîsanê de ev yek dît. Ev ala azadî, jiyana bi rûmet û aştiyê ye. Bedela wê çi be em ê bidin.“
Evren bilêv kir ku di dema pêş de herî zêde dê li ser xebatên perwerdehiyê rawestin û têkiliyên xwe bi derûdorên din re zêde bikin, ji ber vê yekê jî dê bi awayekî aktîf tevli xebatên Partiya Sîwan bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: „Em ê têkîliyên xwe bi derûdorên ku li hemberî me pêşdaraziyên wan hene re jî daynin. Di warê dîplomasiyê de em ê têkiliyên xwe daynin. Em ê bi derdorên cuda re bên cem hev û çalakî û xebatên hevpar li dar bixin.“
Evren bal kişand li ser girîngiya yekitiya neteweyî ya jinên Kurd û diyar kir ku ji bo vê yekê amadekariyên wan hene. Evren destnîşan kir ku berê sîstema hevserokatiyê di bajarên mezin de pêk anîne lê dê nihe hemû bajar û navçeyan dê pêk bînin. Evren got ku di dîtina keda jinan de sîstema hevserokatiyê pir girîng e.
Evren di berdewama axaftina xwe de wiha got: „Di vê demê de heta ku birêz Ocalan azad be em ê têkoşîna xwe li kolanan bidomînin. Em ê li taxan civînan li dar bixin.“ Evren bal kişand li ser kuştina jinan jî û got ku di demên dawî de kuştinên jinan pir zêde bûne. Evren di vê mijarê de kampanyaya wan a „qirkirina jinan qirkirina civakê ye“ bi bîr xist û got ku bi vê kampanyayê di nava civakê de hişyarbûnek çêbûye û ji ber vê yekê jî dê kampanya bidome.
Evren der barê Xweseriya Demokratîk de jî got ku ev proje di heman demê de daxwaza jinan e û ji ber vê yekê jî ew ê di avakirina vê projeye de dê bi awayekî aktîf cih bigirin û xebatên xwe bimeşînin.

DÎHA/ENQERE