Têkildarî amadekarî, girîngî û wateya festîvalê Endama Buroya Asitiyê ya Jinên Kurd-CENÎ Birgit Baumeister nerînên xwe bi me re parve kirin. Baumeister destnîşan dike ku dirûşmeya îsal a festîvalê mîna “Ji Şengal heya Kobanê, bijî Berxwedana Jinan!“ û “Jin Bi Rêbertiya Azad Netewa Demokratîk ava dikin“ hatine destnîşan kirin. Baumeister pirsên me wiha bersivandin... 


Girîngiya Festivala Zilan ji bo jinên ciwan çiye?

Di Festivala Zîlan a îsal de, di serî de em dixwazin dilsoziya xwe  bi berxwedana jinan a li çar aliyên Kurdistanê nîşan bidin. Hem jî em berxwedana bêhempa ya şervanên YPJ’ê li Rojava û Başûrê Kurdistan silav û pîroz dikin. Her wekî em dizanin, ev berxwedana mezin bi rihê ciwantî mezin dibe û tenê bi rihê ciwantî jî wê bikare bi ser bikeve. Her wekî destana Hevala Zîlan, ji me re dibêje ku  ji bo gihandina azadiyê, kîlîtbûn û fedaîtiyeke mezin divê. 

Jin divê ji dijwarî û bindestiyê re bêje “Êdî bes e!” û helwesta xwe deyne. Jixwe şervanên YPJ û YJ-Star ê, hem jî jinên berxwedêr di tevahiya dîrokê de, ji bo vê yekê têkoşîneke serbilind didin meşandin.  Her wekî di sala 2013’an de, Festivala Jinan a Zîlan diyarî jina têkoşer û damezrînera pêşeroja azad Sakine Cansiz ve hatiye kirin û îsal jî di sexsê şervanên YPJ’ê de diyarî hemû jinên şoreşger tê kirin, ev Festival jî soza xwe ya li hemberî şehîdên şoreşê, pêşengên jinê û jiyana azad diyarkirin e. Her wekî di şexsê Heval Avaşîn, jina ciwan Ivana Hofmann de, yê ku ji aliyê gelek ciwanên Kurd li Elmanyayê dihat naskirin jî, ev pêvajo ji bo me hemûyan dibe ezmûneke. Em çiqasî xwedî li şehîdên vê şoreşê derdikevin? Em çiqasî dibin rêhevalên Avaşîn, Ronahî û Axînan? Ji bo em xwedî li vê berxwedanê ku bi rûyên hezaran şervanan ve hatiye xemilandin derbikevin, bersiveke çawa divê?

 

Di dema dawî de di warê berxadana jinan de berdelên gelek giranbiha hat dayîn. Gelo jin çiqas dikarin bibin bersivê wan berdelan?

Di vê çarçoveyê de, hem ji bo jinên ciwan, hem ji bo hemû ciwanên ku li Ewropayê dijîn, em vê festivalê ji pêvajoyê giştî cihê nakin. Di pêvajoya avakirina sîstema nû ya li Rojavayê Kurdistanê û li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê de, em ji destkeftiyên demî çiqasî dibin bersiv. Ci di erdnîgariya xwîngirî ya Rojhilata Navîn de be, çi di nava navenda sîstema kapîtalîst be, divê em çawa tevbigerin? Ji vê pêvajoyê re bûyîna bersiv, pêşerojê xwe diyarkirin e.


 Şîar û sloganên bingehîn ê festivala îsal çi ne? 

Îsal, ji aliyeke ve, em dikarin di çarçoveya berxwedana YPJ’ê de bigirin dest. Silogana me yê îsal “Ji Şengalê heya Kobanê bijî berxwedana jinan!”e. Ji aliyê din ve slogana me ya esasî jî “Jin bi Rêbertiya Azad Netewa Demokratîk ava dikin” e. Ji bo avakirina jiyana azad û wekhev, ji bo avakirina netewa demokratîk, azadiya mîmarê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan divê. Ev sîstema xwînxwar ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn di nava çar dîwaran de girtî dihêle, ji sîstema ku gelê Kurd li hemberî vê yekê li çar aliyên Kurdistanê parastina xwe ya rawa pêk tîne, cudatir nîne. Di vê çarçoveyê de, Rêbertiya Azad û Avakirina Netewa Demokratîk ji hev cihê nîne. Di slogana tevgera jinan „Heya Rêbertiya me azad nebe, em jî azad nebin“de, vê yekê jî pir baş xuya dibe. Ji bona piştgiriya berxwedana jinan di Rojava û Başûrê Kurdistanê de proje û pergala perwerdeyî wê bên xurt kirin. Projeyên şênber ji bo na jinên Êzîdî ku ji destên çeteyên DAÎŞ’ê rizgar bûn, wê bên çêkirin, hem jî xebatên dîplomatîk ji bona jinên di destê DAÎŞ’ê de ne, wê bên firehkirin.

 

Jinên ciwan di amadekariya festîvalê de çi qas ji we re dibin alîkar?

 Wekî her salî, jinên ciwan hem di bernameya panel û dîke de, hem jî di nava stand û hûnerê de wê cihê xwe bigirin. Ji xwe em ji bo demên pêş de jî komxebata xwe ya bi Tevgera Jinên Ciwan ên Azad û her wekî din YXK Jin ve jî hîn xurttir bikin, da ku jinên ciwan jî bi awayekî hîn rêxistinkirî, rengê xwe bidin vê festivalê. Ji xwe ji aliyê tevlîbûnê ve, em li bendê ne ku îsal tevlîbûna jinên ciwan gelekî xurt bibe. Ji xwe jinên ciwan ji berxwedana YPJ’ê ve pir bandor bûn û hîn zêdetir dixwazin xwe tevlî bikin.

Em dixwazin jinên ciwan bi taybetî vedixwînin panel û nîqaşên me yên di çarçoveya mijarê “Xweparastina Jinê” de, ji ber ku êrîş û şerê psîkolojîk a sîstema kapîtalîst bi taybetî li hemberî jinên ciwan di asta herî jor de ye. Di şexsê jinên ciwan Tugce A. Ozgecan Aslan û Ferînaz Xosrowanî de, em hemû jî tundiya vê sîstemê dijîn û dizanin ku ciheke bi ewle ji bo jinan tê de nîne. Em ê van bûyeran afû nakin û ji bîn nakin jî. Her êrîş dibê êrîşa li dijî me hemûyan.

Şikandina vê zêhniyet û çanda tecawûzê jî tenê bi perwedekirin û rêxistinbûna jinê dibe. Pêwîst e ku jinên ciwan ji vê jiyanê êdî qabûl nekin û, di kêleka hezaran jinan yên ji Afxanîstan heta Arjentînê, ji Fîlîpîn heya Nîjeriyayê, bibin pêşengên vê têkoşînê ku wê zencîrên sîstema zilamê deshilatdar êdî bişike.

 

 Di vê mijarê de bangawaziya we bi giştî ji jinan re û bi taybetî jî ji jinên ciwan re heye? 

Di 3’ê Tebaxê 2014’an de, di êrîşên li dijî gelê Şengalê ku hatin jiyin de, em dikarin baş bibînin ka çi tê serê civak û mirovan ku bê rexistinkirî. Di serî de jin divê ku ders ji vê yekê bigire. Em bang li hemû jinan dikin û bi taybetî jî li jinên ciwan ku pêşeroja xwe nedin destê ti kesî. Berxwedana ku ji aliyê jinan ve tê meşandin, sîstema alternatîf ku tê avakirin, civaka exlaqî û polîtîk ji nû ve şîn dike û bi vî awayî rê li jiyaneke dîtir vedike.

Em li ser vî esasî bi Festivala Jinan a îsal ve, vîna jina azad ku di şexsê Hevala Zîlan de bûye prototîpa jina bibiriyar ku dibe afirînera jiyaneke nû û amûrê herî mezin a li hemberî sîstema xwînxwar ê dagirker. Di şexsê Arîn û Berfînan, Viyan û Avaşînan de, xwedavendiya Zîlan li her deverên Kurdistanê ji nû ve zindî bû. Jin di têkoşîna azadiyê de şopdarê wan jinan e ku em ê wan di dîlana xwe ya azadiyê, di Festivala Zîlan a îsal de, ji nû ve bidin jiyîn.


ASMÎN DERYA