Tekîn, anî ziman ku di 24'ê Nîsana 1915'an de Ermenî rastî komkujiyê hatin û bi sedan pêşengên Ermeniyan li Stenbolê hatin girtin û kuştin. Tekîn, da zanîn ku Ermeniyên koçî Konyayê kirin kerwanên wan hatin rawestandin û şandin heremê zorê û wiha got: "Ji wê rojê û şûnde pêşî li komkujiya Ermeniyan hate vekirin. Di komkujiya Ermeniyan de zarok, jin, ciwan, kal û pîr hemû kesên Ermenî hatin kuştin. Hin jinên Ermenî jî hatin desteserkirin û bi zorê ew kirin misilman. Bi zorê nasnameya wan hate guhertin û heta emrê wan hebû kefenên reş li wan kirin." Tekîn ku li ser komkujiyê û dîroka Ermeniyan rawestiya wiha got: "Min çîrok ji şahidê komkujiyê guhdar kir. Gelek jin bi qatilên malbatên wan re bi zorê hatin zewicandin. Ev bandora heta temenê wan li ser jiyan û derûniya wan ma.

'Qermîçekê eniyên jinên Ermenî'

Tekin, anî ziman ku li ser jiyana jinên Ermenî lêkolînê xwe berdewam dike û dest bi nivîsandina pirtûka "Kefenê reş" a li ser jiyana jinên Ermenî rawestiya ye dike. Tekin, bilêv kir ku jinên rastî komkujyê dihatin ji bo bi zorê bi wan re bizewice û tacîz û tecawizê bikin ser çavên wan herî û xwelî dikirin û wiha berdewam kir: "Jinên ku rastî vê pêkanînê hatin piraniya wan mirine. Ez bi gelek jinên Ermenî re axivîm. Hemû di heman rewşê dene. Di ruyê jinên Ermenî de ken tune. Ji ber ku êş û zilma li wan hatiye kirin pir giran e. Li Êlihê ez bi jinek Ermenî re axivîm. Her tim cilên reş li xwe dike. Ev hezn û xemgîniya wan û êşa wan nîşan dide. Êş û îşkenceya li wê hatibû kirin di qermîçekê iniya wê de hatiye veşartin. Komkujiya Ermeniyan di qermîçekên iniyên wan de hatine veşartin."
Tekîn, dazanîn ku bi pirtûka "Kefenê reş" çîroka jinên Ermenî yên neçarî kefenên reş hatine kirin vedibêje û wiha pêde çû: "Hevsera Biraziya Girtiyê Dêrsimê Hasan Hayrî ya Ermeni bi zorê hate zewicandin. Pişt re çûn li Qeyseriyê dest bi jiyana xwe kir. Li gel ku aboriya wan pir baş e jî dîsa jina Ermenî ku rastî vê serpêhatiye bandor ji ser xwe neavêtiye. Jinên Ermeni we demê bi kefenên reş dihatin definkirin. Niha jî li Tirkiyeyê şerê 30 salan heye. Di şerê 30 salan de endamên PKK'ê yên jin tên qetilkirin û bê kefen tên definkirin. Em baş dizanin ku tîmên taybet di operasyonan de bi ser malan de digirin û malbatên ku zarokên wan li çiyê ye tacîz û tecawizî jinên wan dikin. Di rewşek wisa de jinên rastî vê pêkanînê tên ji malbatê re nabêjin. Ji ber vê yekê jî heta emrê wan heye di nava travmaye de dijîn. Tiştê ku me ji şahidan bihîstiye muyê mirovan dike bizmar. Bedenên gerîllayên jin ên bêruh rastî tecawiza leşkeran tên. Li ser navê tolhildanê pêkanînên li dijî mirovahiyê pêk tên. Li ser vê yekê jî wêneyan dikişînin. Ev bêhurmetiya li hemberî miriyan nayê qebûl kirin."

FERHAT ÇELİK - DÎHA/ÎZMÎR