Jinên Efrînî li ser piyan e
HÎVDA HEBÛN
ANF/ŞEHBA
Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kampa Berxwedan Leyla Îbîşîm got, jinên ji Efrînê koçî Şehbayê kirine di demeke kin de xwe bi rêxistin kirin û ew ê ti carî dest ji rêxistinbûna xwe bernedin.
Leyla Îbîşîm got, heger birêxistinbûna jinên Efrînê tunebaya niha mîna bi hezaran jinên li Sûriyeyê em ê jî ji hev belav bûbana û wiha axivî:”Me ji Efrînê koç kir û em hatin heta vê derê. Eger ne ji rêxistinbûna me ya bi hêz bûya, mîna bi hezaran jinên li Sûriyeyê em ê jî ji hev belav bûna û ji holê rabûna. Yekîtî û rêxistinbûna me kir ku em xwe ji nû ve komî ser hev bikin. Me xwe parastin. Eger jinên Rojava têk neçûn û neşikestin, ev yek bi saya mezinahiya felsefeya Rêber Apo ye. Jinên Efrînî li ser piyan e. Di berxwedana Efrînê de yên heta dawiyê li ber xwe dan û teslîmiyet qebûl nekirin jin bûn.”
Mîna ku xaka me bang li me bike
Îbîşîm diyar kir ku derketina ji Efrînê ne hêsan bû, ev êş di çavê her jin û zarokên Efrînê de xwe dide der û wiha pê de çû:”Dema ku mirov li paş xwe dinere, dibîne ku xaka mirov, bajarê mirov tê talankirin. Mîna ku xaka me bang li me bike. Derketina ji wir gelekî zehmet bû.”
Îbîşîm got, li Şehbayê pêşî jinên Efrînî xwe komî ser hev kirin û birêxistinbûna xwe ava kirin û wiha axivî:”Ji ber ku dema tu jinê biparêze, hingî tu yê temamiya civakê biparêze. Bêguman jinan êşên gelekî giran kişandin. Her jina ku êş kişand, em li cem bûn. Me êşa wê parve kir.”
Hingî dikare xwe biparêze
Îbîşîm diyar kir, ew niha li Şehbayê herî zêde li ser perwerdeya jinê disekinin û got: “Dema ku jinek bê perwerdekirin, rastiya xwe nas bike û cihê xwe di nava siyasetê de bigire, hingî dikare xwe biparêze. Me li Şehbayê destpêkê komunên xwe ava kir. Di nava van komunan de komîteyên parastin, edalet, perwerde û yên din ava kir. Me dest bi perwerdeya xwe kir. Tişta ku dijminê me herî zêde dixwaze bike, belavkirina kampên me ye.
Ji ber vê yekê em hewl didin li kampên xwe rêxistinbûn û yekîtiya xwe xurt bikin. Rêxistinbûna me çiqasî xurt be, wê hêza dijmin a êrîşî me bike ewqasî qels bibe. Em ê ti carî dest ji rêxistinbûna xwe bernedin. Li ku dibe bila bibe em ê hewl bidin xwe bigihînin jinan û bi rêxistin bikin. Eger em karibin vê bikin, em ê karibin jinên li Efrînê yên di nava dagirkeriyê de ne rizgar bikin.”