
Jinên Ereb Komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin û gotin: “Abdullah Ocalan bi raman û felsefeya xwe bi awayekî azad di nava dilê me de dijî.”
Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro 18 sal li dûv xwe hiştin. Bi vê rasthatinê jinên Ereb ên herêma Til Temirê jî komplo rûreş kir.
Rêvebera Kongra Star a xeta Çiyayê Kizwanan Sekna Salih komplo bi tundî şermezar kir û got: “Em weke gelê herêma Çiyayê Kizwanan azadiya Rêber Apo dixwazin, beriya niha me ramanên Rêbertiya xwe nas nedikirin, lê piştî şoreşê me fikrên wî nas kirin. Em hemû jinên Ereb azadiya Rêber Apo dixwazin, bi hêviya ku em vê salê Rêber Apo di nav xwe de hembêz bikin û ji Girava Îmraliyê rizgar bikin.”
‘Beriya şoreşê mafê jinan tune bû’
Îman Elî jî azadiya Abdullah Ocalan xwest û got: “Di nava civakê de jin tine dihat hesibandin. Rêber Apo mafê ku ji me hatibû standin, li me vegerand. Em bi hêvî ne ku Rêber Apo di demeke nêz de azad bibe.”
Wefa Derwêş jî diyar kir ku fikr û felsefeya Ocalan ya hemû gelan e û wiha pê de çû: “Serok Apo hêzek da jinan jî. Ji bo wê îro hemû jin ji tevahî pêkhateyan bi yek ramanê têdikoşin. Serok Apo hişt ku ti cudahî di navbera gelan de nemîne. Em ê heya azadiya Rêber Apo li dijî wan têkoşin.” Jina bi navê Lîlwa Hisên jî Azadiya Ocalan xwest û got: “Ez jî weke jineke Ereb dê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşim.” Cemîla Ehmed jî got: “Em weke gelê herêmê bûne yek dest, ez jî weke dayîkeke Ereb sê kurên min tevlî nav hêzên QSD’ê bûne. Em ê heya azadiya Rêber Apo têkoşin.”
‘Em dest ji Rêber Apo bernadin’
Herî dawî Fatma Ehmed jî têkildarî komployê got: “Em dev ji Rêber Apo bernadin, em bi saya ramanên wî gihiştine vê astê, îro ala Kurd li Elmanya û Emerîka tê bilindkirin û bi hezaran gel û ciwan dadikevin qadan û mîna pêlên deryayê ji bo azadiya Rêber Apo diherikin.”
TIL TEMIR