Du jinên ku ji gundên cuda yên Şengalê ji aliyê çeteyê DAIŞ‘ê ve hatibûn revandin, di encama xebatên hewildana Platforma Tekoşîna ji bo Azadkirina Jinên Dîlgirtî yên Êzidî de, ji destê DAIŞ‘ê de hatin rizgarkirin. Jinên êzdî yên ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin hovîtiya çeteyan vegotin. 
Ligel malbatên êzdiyan KJA, KCD, HDK, DBP, HDP û gelek rêxistinên sîvîl ên civakî ji bo xilaskirina jinên êzdî “Platforma Têkoşîna Ji bo Jinên Ji Aliyê Çeteyên DAIŞ‘ê ve Hatin Girtin” avakirin û li Herêma Federal a Kurdistanê dest bi hewildanan kir. Di encama hewildanan wan de hin jin hatin xilaskirin û hefteya borî jî ji aliyê şervanên YPG û YPJ’ê ve 2 jinên êzdî yên 7 mehin di destê çeteyên DAIŞ‘ê bûn û li Rakkayê di bazara koleyan de hatin firotin bi zarokên wan re xilas kirin. Jinên hatin xilaskirin rojên dijwar ên jiyîn vegotin.




‘Me birin Mûsilê’


Jina Êzdî ya bi navê N.B (28) ku 7 mehan di destê çeteyên DAIŞ‘ê de ma wiha axivî: “Em li gundê xwe Tilqeseb bûn. Dema me bihîst çeteyên DAIŞ’ê ket Şengalê em reviyan. Em çûn gundê cîran yê bi navê Feqîran. Ji me re gotin DAIŞ nayên vir. Seat di 14.00’an de bi ser gund girtin û me girtin. Hemû zilam cuda û hem jin jî cuda komkirin û pişt re ji zilamên me re behsa ola îslamê kirin.Em 30 jin di odeyekê de girtin. Pîştre me birin Mûsilê, em mehekî li Mûsilê man û piştre em derbasî Rakkayê kirin. Ji malbata min 9 kes winda kirin û ez niha nizanim li ku ne û tu agahiya wan tuneye.”




‘Ez neçar mam pê re bizewicim’
 

N.B anî ziman ku li wir bi zorê bi kesekî ji Ozbekîstan ku Endamê DAIŞ’ê bû re zewicandin. N.B denstnîşan kir ku navê wî kesê ew pêre zewicandî Ebû Mihemed bû û wiha axivî: “Min nedixwest ez bi wî re bizewicim. Lê li cem wî kêrek hebû wî ji min re got, ‘Yan tu yê bi min re bizewicî yan jî ez ê zarokên te serjêbikim’ Ez neçar mam pê re bizewicim.” 




‘Pêşmergeyên ku Şengal diparastin hemû reviyan’


Jina din a bi navê R.Y. (32) jî tiştên ku jiyîn wiha vegot: “Em li gundê xwe bûn çeteyên DAIŞ‘ê ketin nava gund. Rûspiyên gund gotin, ‘Em narevin ji ber em girêdayî tu hikûmetan nin in em kesên medenî ne’ Herkes revî, ew pêşmergeyên ku Şengal diparastin hemû reviyan. Du sê car çeteyên DAIŞ‘ê hatin bi mezinên me re axivîn. Mezinên me ji wan re gotin; ‘Em narevin hûn çi bixwazin em ê bikin.’ Wan jî gotin; ‘Em ê we bikin misilman’ Me jî got; ‘Başe em ê bibin misilman’. Du sê roj dîsa hatin gotin; ‘Bila hûn êzidî bin li gundê xwe bin’. Roja din nîvro bi sedan wesayîtan ketin nava gund. Gel hemû li dibistanekê kom kirin. Me ji wan re got; ‘Ma we peyman da me ku hûn tiştekî li me nekin’. Ji mere gotin; ‘Wiha emir hatiye’ Jin û mêr ji hev cuda kirin. Pere, zêr û telefonên me ji me girtin.” 




‘Çeteyên DAIŞ’ê zarokên 9 salî jî ji xwe re birin’


R.Y, diyar kir ku ew bi rojan tî û birçî li ber germê man û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê wiha vegot: “Em birin Şengalê, pir germ bû ne xwarin ne av hebû. Keç û xurt jî cûda kirin. Keç hemû birin Mûsil û her yek dane çeteyekî DAIŞ’ê. Temenê hinek ji wan 9 salî bûn. Paşê em jin hemû birin Til Ehfer ê. Em 20 rojan li wir man. Li vir em birçî û tî dihêlan û deme dem xwarin didan me ew jî gelek nebaş bû.”R.Y destnîşan kir ku di nava çeteyên DAIŞ‘ê de ji hemû welatan kes hebûn û wiha got: “Her yek ji cihekî bû. Ji me re gotin; ‘Divê hûn bi me re bizewicin‘ Me got; ‘Me bikin kole lê em bi were nezewicin.’ Yek bi min re zewicî. Min dest avêt kêrê ku ez xwe bikujim. Lê zarokên min hebûn. Pişt re bi zorê ez bi wî re dam zewicandim. Ez birim malekî li Sitrîştînê. Êdî bi min re dijiya. Carnan bi şev ji ber şer nedihat mal. Dema dihate malê jî li wan dida. Min ji wî re digot; ‘Şervanên YPG’ê ji bo me şer dikin heya me hemûyan rizgar nekin ranawestin.’ Wî jî ji min re digot; ‘Raste ew bi hêzin û gelekan ji me dikujin’.”




‘Bi zorê tecawiz dikirin’


R.Y zilma çeteyên DAIŞ‘ê ya li ser zarokên keç wiha vegot: “Keçikên biçûk bi xwe re dizewicandin û di wî temenê biçûk de hemû bi ducanî diman. Lê ji bo ez hemil nemînin min bi dizî derman ji cîranan dixwest. Keçek li cem me hebû ker û lal bû. Keçikê digot; ‘11 kesan ez ji xwe re birime. Yekî ez didam yê din. Bi zorê tecawiz dikirin. Rojekî ez bi tenê bûn. Ew ê ez pêre zewicandim çûbû Kobanê şer. Keçekî li derî xist û min derî vekir. Keçikê got; ‘4 kesan ez ji xwe re birime. Ez ê xulamiya te û vî zilamî bikim bes min nede kesekî’. Carekî zilamek hat û dîsa ew keçik birin.” R.Y her wiha anî ziman ku ti exlaq li cem wan tunebû bi zorê tecawiz dikirin û heta rojên regil bûye jî digot ka ez lê binerim raste an na. 


‘ Em ti car YPG ji bîr nakin’


R.Y rizgarkirina xwe û hevala xwe N.B wiha vegot: “Min û hevalek xwe cilên reş ji xwe re peyda kirin. Em çûn înternetê em bi xizmên xwe re axivîn. Wan jî ji YPG’ê re gotin. Kesek ji wî gundî wesayîtek anî nava gund û me cilên reş li xwe kirin. Jinên wir hemû reş li xwe dikirin. Em bi hinceta bazarê derketin derve. Me zarokên xwe jî hildan û em wesayîtê siwar bûn. Wî kesî em birin cem xizmên me û YPG’ê jî em rizgar kirin. YPG’ê gelek jinên êzîdî rizgar kirin. Gelek alîkariya me kirin. Em tucarî xwedî derketina YPG’ê jibîrnakin.”    


DÎHA/AMED