Hezaran jin û zarokên ji komkujiyê rizgar bûn di kampa Newroz a Dêrikê de bi cih bûn. Jinên Şengalê yên gihiştin kampa Newroz xwe bi rêkxistin kirin û saziyên xwe ava kirin.
Jinên Êzîdî yên di kampa Newroz de gelek êş û zehmetiya komkujiyê dijîn, rêveberiya kampa Newroz di kampê de gelek xebat û çalakiyên taybet bi jinan amade dike, her wiha navendên taybet bi jinan vekirin.
Derbarê mijarê de endama Rêveber a Kampê û berpirsê kar û barê jinan Neviya Mîşo ku bi xwe jî ji Şengalê koçberbûye axivî û diyar kir ku jinên Êzîdî di nava nezaniyê de dijiyan û ji ber civaka wan civakeke girtîbû rola jinê tunebû. Mişo, destnîşan kir civaka wan civaka desthiladariya mêran bû û wiha dom kir: ̎Di civaka me de jin ji mafê perwedeyê û hemû mafê xwe yên din bê par ma. Hikûmeta herêma Başûrê Kurdistanê jî bi tu awayan piştgiriya jinên Şengalê nedikir ku navendên xwe vekin û xwe bi rêkxistin bikin. Tu lêvegerên jinan nîn bûn.”
Navenda perwerdeyê vekirin
Jinên di kampa Newroz de bi rêveberiya kampê re bi armanca pêşxistina xwe ya di warê zanist de navenda perwedeya jinan vekirin. Jinan li vir xwe di hemû aliyên jiyanê de perwede kir. Jinan xwe li wir perwede dikin da ku çawa xwe birêxistin bikin. Jinên Êzîdî yên di kampê de dest bi perwedeya siyasî, fikirî, çandî û leşkerî kirin. Di hemû aliyên jiyanê de jinan xwe perwede kirin.
Endamên navendê jinê ji 31 jinan pêktê, xwe di nava xebatên navendê li gorî pêwîstiyan parve kirine. 3 ji wan di rêveberiyê de cihê xwe digirin, 15 jin wekî komîteya lihevanînê hatine erkdarkirin. Ev jin hemû pirsgirêkên jinan ên têne ber destê wan çareser dikin. 8 jin jî endamên komîteya perwedeyê ne, di nava kampê de digerin û jinan perwede dikin. Di navendê de heta niha 15 dewreyê perwedeyê hatine vekirin. Di van perwedeyan de bi sedan jin hatine perwerdekirin.
Di dewreyên perwedeyê de dersên li ser dîroka jinan, Neteweya Demokratîk, dîroka Kurdistanê, dîroka çanda Êzîdî, her wiha dersên li ser bi kar anîna çekan û xweparastinê têne dayîn.
Ji xwe re kar peyda dikin
Jin di kampê de bi armanca derfetên kar ji xwe re peyda bikin bi alîkariya Weqfa Jinên Azad ê Rojava kargeha dirûnê vekirin. Kargeh pêdiviya şêniyên kampê peyda dike. Tevî derfetên kêm ên kargehê hejmarek jin têde dixebitin.
Destpêkê kargeh bi du makîneyan dest pê kir. Her du makîne di konekî de hatin bi cihkirin, paşê jinên kampê ji Weqfa Jinan xwest ku kargehek mezintir vekin û li ser vê yekê wexfa jinê 8 mekîne anîn. Ji van 3 mekîneyên ceyranê ne, bi vê yekê konê kargehê hate mezikirin û mekîne jî zêde bûn. Di kargehê de 8 xebatkarên jin dixebitin, cilên li gorî çanda Êzîdiyan û daxwazên wan cil têne dirûtin.
Zehra Silêman Endama Rêveber a Kargehê Zehra Silêman diyar kir ku kargehê derfetên kar ji jinên koçber re peyda kir û got ku armanca wan ew e ku di demên pêş de kargehê mezin bikin û cilên şervanên Berxwedana Şengalê bidirûn û bi vê yekê piştgiriya xwe bi hêzên parastinê re pêşkêş bikin.
Di kampê de her wiha jin wekî alîkara bijîşkan kar dikin. Jinên bûne hemşîre di navenda Heyva Sora a Kurd de kar dikin û alîkariya hemû koçberan dikin. Li aliyê din jî konê perwedeyê hatiye vekirin û di vir de jî çanda êzîdî tê dayîn. Beşek jin di Dibistana Şehîd Cemal ku di kampê de hatiye vekirin de dersan didin.