Jinên girtî ji aliyekî li dijî çewisandinên rêveberiya girtîgehê li ber xwe didin, li aliyê din jî îmze avêtin bin projeyek girîng. Ji bo bîranîna Kevser Elturk (Ekîn Wan) ku li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da û wêneyên wê yên tazî hat kişandin û hat serwîskirin, dest bi xebatên amadekirina pirtûkek kirin. Ji heval û yên ku wê nas dikin benda nivisan in. Dê di heman demê de di pirtûkê de cih ji çîrok û bîranînên jinên ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dane re jî bê veqetandin. 


‘Înfazên sivîl pêk anîn’

Aktîvîsta Kongreya Jinên Azad a (KJA) yê Dîlan Akpolat xebatên jinên girtî ku diyar kir ku piştî hikûmeta AKP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de winda kir, li Tirkiyeyê û Kurdistanê konsepta şer xist dewrê û wiha got: "Li hemberî Kurdan şer da destpêkirin. Li gelek herêman înfazên sivîlan pêk anî. Wekî şerên din dîsa di vî şerî de jî herî zêde jin û zarok zerarê dîtin. Zarokê 30 rojî di hembêza dayika xwe de hat qetilkirin û Ekîn Wan a PKK'î jî bi awayekî wehşî hat qetilkirin."

Akpolat da zanîn ku di şexsê Ekîn Wan de dixwazin bedena jinan biçûk bixin û wiha dom kir: "Li wê derê tişta ku hatiye xistin pergala dewletê bi xwe ye. Di nava têkoşîna 40 salan de gelê Kurd gelek zehmetiyan jiyan kiriye. Tevgera jinan her tim hêza xwe ya pêşeng nîşan daye. Îro jî li dijî şerê qirêj a AKP'ê jinên ku di girtîgehan de li ber xwe didin ji bo bîranîna Ekîn Wan xebatek pir girîng girtine dest.  Wekî hilberîna vê berxwedanê jî dixwazin pirtûkek ji bo bîranîn Ekîn Wan amede bikin."


'Ev bersiveke herî baş e' 

Hevserokê Komeleya Şitevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî (TAYD-DER) Musa Karabadag da zanîn ku ew vê xebata jinan bi wate dibînin û wiha got: "Tevgera Azadiya Kurd li girtîgehan gelek pirtûkên edebî û hûnerî derketin holê. Ev xebatek gelek bi wate ye. Em ê jî wekî sazî piştgiriyê bidin xebata jinan ku ji bo Ekîn Wan dane destpêkirin."


Navnîşana ji bo şandina nivîsan :

 Girtiyên jin ên PKK'î ku di Girtîgeha Jinan a Şakranê xwestin ku nivîsên ku bên rêkirin li ser navê Hayriye Ozkan ji navnîşana Îzmîr/Alîaga/Şakran Girtîgeha Jinan a Girtî A-5 re bê şandin. 


CÎHAN BAŞAKÇIOGLU/DÎHA/ÎZMÎR