2 jin û zarokek keç di encama pêngava Xezeba Firatê de hatin rizgarkirin. Jinên ku hatibûn rizgarkirin piştî Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ew girtin gel xwe, şandeyek ji Meclîsa Şengalê serdana navendê kir û ew anîn Şengalê.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de di encama hevkariya PDK û DAIŞ’ê de bi hezaran zarok û jinên Êzîdî hatin revandin û li bazara ‘koleyan’ hatin firotin. Bi armanca tolhildana tevahî jinên Êzîdî QSD’ê operasyona rizgarkirina Reqayê da destpêkirin û di encamê pêngavê de bi hezaran jin û zarok hatin rizgarkirin. Herî dawî Selîme Seydo 27 salî, Nîdal Elî 20 salî û zaroka 9 salî Bêrîvan Fereman ji aliyê şervanan ve hatin rizgarkirin. Jinên ku hatine rizgarkirin piştî Desteya Jinê ya Kantona Cizîrê ew dewr girtibûn, duh şandeyek ji Meclîsa Şengalê çûn bajarê Qamişlo û jinên Êzîdî bi merasîmek dewr girtin.

Meclîsa Avaker ya Şengalê bi merasîmeke fermî jinên hatine rizgarkirin pêşwazî kir. Di merasîmê de Hevseroka Meclîsa Avaker ya Şengalê Xidir Salih bi xêrhatina li jinan kir û kêfxweşiya xwe anî ziman.

Her wiha li ser navê Komîteya Tevgera Azadiya Jinên Şengalê (TAJÊ) Êrîvan Şengal jî axivî û wê jî bi xêrhatina li jinan kir û spasiya şervanên QSD’ê kir û wiha got: “Em bi hêvîne ku hemû gelen Êzîdî ku di destên çeteyên DAIŞ’ê de ne werin rizgarkirin û bigîhîn ser axa xwe.” Piştî axaftinan malbat zarokên xwe di nava kêfxweşiyê de pêşwazî kirin û ew hemêzkirin.


 ŞENGAL