Jinên li Îranê li hemû waran têdikoşin. Bi çav neyê dîtin jî tekoşîna li hemberî serê xwe girtin, lixwekirina cilûbergan û gelek mijaran êdî bûye parçeyek ji jiyana jinên Îranê. Bi salan e ku jinên Îranê ji bo ku ew jî wek her hemwelatiyekî biçin stadyûmên sporê û temaşeyî leyîstikan bikin, têdikoşin. Gelek caran jin li pişt deriyê stadyûman man û caran jî ji ber ku bi dizîka derbasî hundir bûne hatin girtin. Di dawî de bi hezar û yek şert û mercan ku hema xweziya neba, dewleta Rûhanî bi gotinan jî be, destûra çûna jinan a nav stadyûma daye. Lê mijar ne Rûhanî ye, li Îranê hikûmeta xuya bi tenê piyon û şematîk e. Di rastî de Xamineyî bi hêzên artêş, besîc û sipahên radîkal hemû welat dagir kiriye. Wer lê hatiye ku ne di warên siyasetê de û ne jî di warên civakî û aborî de kes diwêre bêyî destûra van hêzan ji cihê xwe bilive. Rejîma meleyan ji dema hatiye ser desthilatdariyê û heta beriya wê, bi hezaran rêxistinên tarî û reş saz kirine. Ger îro gelên Rojhilata Navîn ji êşa DAIŞ û hêzên tundraw dinalin yek ji aktorên herî sereke yê bihêzkirin û mezinkirina van hêzan Îran e. Xulase, îro gelek hucreyên mirî yên Hizbulah û wekî wan li Îranê û derveyî Îranê xwe amade dikin ku di dema pêwîst de bikevin nava tevgerê. 

Beriya bi çend rojan komeke bi navê Hizbulahê belavokek belav kirin. Belavok bi navê xwedê û Xomeynî ku wek siya xwedê li ser erdê nas dikin, destpê dike. Niha roja 19´ê Hezîranê li stadyûma Azadî ya Tehranê ku 12 hezar kesî hildigire, leyîstika voleybolê di navbera Îran û Emerîka de heye. Jinan dîsa daxwaz kir ku ew jî biçin stadyûmê û li leyîstikê temaşe bikin. Ev daxwaza jinan piştî salên dirêj qaşo bi fermî hatiye pejirandin. Di belavoka wan de gef li jinan tê xwarin ku nabe werin û li leyîstikê temaşe bikin. Bi hezar gotinan jinan wer bêexlaq nîşan didin ku mirov dibêje qey ew jin ne ji wê civakê ne. Bi eşkereyî heqaretê li jinan dikin, gefan li wan dixwin ku ger werin stadyûmê wê rastî êrîşa wan werin. Heta bi vê jî namînin û bang li gel dikin ku êrîşî wan jinan bikin ku têne stadyûmê. Ev hêzên veşartî heman DAIŞ e ku rojane bi hovîtî êrîşî hemû nirxên civakê dike. Bi baweriya min DAIŞ û ew hêzên ku li Îranê jinan tehdîd dikin, yek in. Ew ji yek cihî fermanê digirin. Ew hêz in ku îro li Bakurê Kurdistanê êrîşî gel dikin û xelkê li nava kolanan dikujin. Yan jî li ser dîwarê malan îşareta sor xêz dikin. Ev hemû bi salan di himbêza Îranê de perwerde bûne û îro dema ku berjewendiyên xwe di xeterê de dibînin, ketine nava tevgerê. Ji bo çavê mirovan bitirsînin, ji bo gel ji têkoşîna azadiyê rûyê xwe bizivirîne û poşman bibe, hertiştî dikin. Bêguman tekoşîna birêxistinkirî ya jinan û hemû takên civakê dikare van êrîş û gefan pûç bike. Jinên Îranê ji van gefan natirsin û dîsa bi israr ji hevdû dixwazin ku bi girseyî biçin stadyûmê. Dibe temaşekirina wê lesyîstikê pir girîng nebe lê ya girîng pûçkirina wan gefan û xurtkirina têkoşîna li dijî tarîtiyê ye.