Îran di 2’ê Adara 2016’an de diçe hilbijartina parlamentoyê. Di serî de Kurd û hemû pêkhateyên Îranê dixwazin dengê xwe bigihênin parlamentoyê lê belê hertim safiya mezin a Meclisa Xubrigan li pêşiya wan disekine. Meclîsa Xubrêgan girêdayî rêberê Îranê Elî Xamineyî ye. Ji bo wan tiştek bi navê îrade gel û demokrasiyê nîne. Demokrasî li gel van muhafezekaran di demekê de raste ku her kes li gor wan tev digere, derveyî wê herkesî dijberiya xwedê kiriye, rabûye şerê bi xwedê û nûnerê wî yê li ser erdê ku ew jî şexsê Xamineyî bixwe ye.

Herî zêde qanûnên şerîetê lingê jinan ji parlamentoyê qut kiriye. Jin ligel ku beşek herî mezin a civaka Îranê di nav xwe de dihewîne, hewl dide bi awayekî çalak beşdarî hemû qadên civakê bibe lê belê tu caran qanûnên Îranê ji wan re nebûye yar. Qanûna şiva xwedê ya bêdeng li ser serê jinan bûye. Bi navê xwedê hertim jin hatiye bêdengkirin herçend pêşengiya şoreşan jî kiribe. Di sala 2009’an de demê hilbijartin li Îranê çêbû û gel xwest li kêleka eniyên Kesik de cih bigrin, lê belê rejîma qalibgirtî ya Xamineyî mudaxeleyî rewşê kir û bi sedan kes hatin kuştin û birîndar bûn. Bi sedan kes ketin girtîgehan, bê çarenûs yan jî hatine darvekirin. Ji bo ku êdî çavê xelkê bitirse û kes behsa reforman neke. Kesek wek Rûhanî dane pêş û serdema Xatemî xist bîra gel ku bi sozên reformê hat lê di nîvê rê de pişta xwe da gel û berê xwe da muhafezekaran. 

Jinan herî zêde ji vê rewşê ziyan dîtin û dibînin. Ji çûyîna stadyumên werzişê bigire heta mijara serpêçanê û beşdarbûna di parlamentoyê de yek ji qadên ku jinên Îranê bi salane li rexmî hemû rejîman tekoşîna wê dikin. Jin tenê ji sedî 3 di parlamentoyê de nûnertiya wê heye. Kesên ku derbas jî bûne, bûka li ser dika şanoya rejîmê ne ji bo ku siyasetên xwe bi wan pratîze bikin. Erka herî esasî ya wan jinan ewe ku dema qanûnekî li hember jinan derdixin, ew jin sibê heta êvarê wek papaxanan gotinên xwediyê xwe dubare dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re jinên Îranê dest bi kampanyayekê bi navê ‘Em rûyê parlamentoya mêran biguherînin’ kirin. Ev Kampanya di demek nêz de li seranserî Îranê belav bû û jin dixwazin rengê gewir û tarî yê parlamentoya Îran ku jinan û dewlemendiyên civakê di nav xwe de nahewîne, biguhere. Ji bo vê yekê di serî de dixwazin ji bo jinan kotaya ji sedî 50 were esasgirtin. Jin naxwazin tenê wek parlamenter bikevin parlamentoyê, dixwazin guhertinên mezin bi hêjmara xwe ya zêde çêbikin û qanûnên dij bi jinan ku di bin navê şerîetê de hatiye çêkirin ji binî ve were guhertin. 

Ji aliyê din ve jin dixwazin beriya ku bikevin hilbijartinê bixwe û bi îradeya xwe namzedên xwe diyar bikin û hilbijêrin. Ji bo wê yekê li her derê dest bi çêkirina semînar û civînan dikin. Hemû jinên li seranserî Îranê ji çi netewê dibe bila bibe, bê cudahî bikarin werin hilbijartin yan jî mafê wan yê hilbijartinê hebe. Mijarek din jî ku jin li ser xebatan didin meşandin ewe ku ji namzedên mêr re ku li dijî mafê jinan in, karta sor were dayîn. Kesên bi wî rengî werin teşhîrkirin ku jin wan nas bikin û kes di hilbijartinê de dengê xwe nede wan. Ev kampanya di demek kurt de rastî elaqeyek mezin a jinan hat û gelek kes dixwazin tevlî xebatên kampanyayê bibin. Herçend safiya rejîmê tu tiştekî li gor berjewendiyên jinan derbas nake lê dîsa hewldanek bi vî rengî pîroz e û piştî şoreşa Îranê gava herî radîkal li hember parlamentoya di destê mêran de ye.