
Li 9 welatên Ewrûpayê jin ji bo kar û xebatên jineolojiyê dikevin kampê. Bi pêşengiya rêxistina jinan, Utamarayê, 45 jin ji bo kar û xebatên jineolojiyê ji welatên Îtalya, Elmanya, Spanya, Belçîka, Fransa, Holanda, Swêdê, Ingilistan û Portekîzê li kampê li hev dicivin. Civîna jinan 18’ê Tebaxê destpê dike û heta 23’ê Tebaxê dewam dike. Di 14 û 16’ê Nîsana 2017’an de di 3´yemîn Konferansa Navtêdana Moderniyete Kapîtalîst de biryara vê komcivînê hatibû dayîn.
Komîteya Jineolojîyê derbarê komxebatê de daxuyaniyek weşand û got, “Di roja yekem de li ser Jineolojî û rêbazên wê goftûgo wê werin kirin. Mijar wê werin pêşkêşkirin. Her wiha grubên xebatê wê derbarê Jineolojiyê de axaftinan bikin. Di rojên din de jî li ser feminîzmê, teoriya koîr, xwezaya jinê, etîk, estetîkê bi awayekî berfireh guftûgo werin kirin. Jinên ji welatên cihê dê derbarê mijaran de ezmûnên xwe û babetên xwe pêşkêş bikin û nihêrînên xwe bi hev re parve bikin. Di dawî yê de jî ji bo kar û xebatên jinan ên li dezgehên jinan û peywendiyên bi civakê re bernameyek dê bêt çêkirin.”
Ji bo konferansê wê bibe bingeh
Li gorî daxuyaniya berpirsên komîteya Jineolojîyê, armanca kampê ew e ku li ser grubên xebatên Jineolojiyê guftûgoyeke berfireh were kirin û di asta navneteweyî de gav ji bo Jineolojiyê bêtin avêtin û ji bo konferansa Jineolojiyê bingeh bête danîn. Berpirsên komîteyê wekî din got, ji bo xwegihandina jêder û ezmûnên jinan di coxrafyayên cûda de modêla cihgir girîng e.
Komîteyê ragihand ku kar û barên kampê dê ne wek semîner û konferansên cûda bin ku li Parîs, Koln û Swêdê pêk hatin û got, “Bi vê kombûnê, perwerde û guftûgoyên ku ev du sal in dewam dikin ji bo kampê amûjgarî û xebat kiriye.”
NAVENDA NÛÇEYAN