BÊRÎTAN SARYA / ANF / ŞEHBA


Ji şervanên jin ên ji Idlibê, ku ji ber êşkenceya rejîmê û El Nûsra xwe li Şehbayê girtin, di nava Ceyş El Siwar de hêzeke jinê amade dikin û xwe amade dikin ku mohra xwe li dîrokê bixin. 

Yek ji şervanên jin ên destpêkê yên ji Idlibê Dr. Nadya Hasan e, ku em wê li navenda Ceyş El Siwar a li Til Rifatê dibînin. Em pê dihesin, ku jinên ji Idlibê yên di nava Ceyş El Siwar de cih digirin, amadekariyê dikin ku hêzeke eskerî ava bikin. Di dema dawî de bi qasî 10 şervanên jin ên ji Idlibê tevlî nava refên Ceyş El Siwar bûne. Dr. Nadya Hasan jî yek ji wan jinan e, ku hewl didin li nava Ceyş El Siwar hêzeke jinê ava bikin û mohra xwe li dîroka Idlib, Hama û Hûmsê bixin. Ya rast, ji niha ve mohra xwe li dîrokê dixin. Ji ber ku jinên ji Idlibê cara yekê ye ku dibin şervan. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê û vir ve jinên ji Idlibê êşên gelekî giran kişandine. Ji bo bibe yek ji wan jinan ku dawî li van êş û azaran bîne, cihê xwe di nava Ceyş El Siwar de girtiye.


Êşkenceya rejîmê

Nadya Hasan zewiciye û dayika 5 zarokan e. Di heman demê de doktor e. Mîna hevserê xwe, ew jî niha şervanekî Ceyş El Siwar e. Ji me re qala serpêhatiya xwe dike: “Dema ku şoreşê dest pê kir, tevî Doktor Mahmûd El Aryen ez li Nexweşxaneya Martînî ya Helebê dixebitîm. Hêzên rejîmê birîndarên xwe dianîn nexweşxaneya ez lê bûm. Hin ji birîndaran li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest didan. Ji mirina wan birîndaran, rejîmê doktor sûcdar dikirin. Ji ber vê yekê ez girtim û salekê li girtîgehê hatim hiştin. Ewqasî êşkence li min kirin, malbata min û zarokên min jî dan jibîrkirin. Wê wextê êdî nema tiştek dihate bîra min. Belgeya min a doktoriyê, betal kirin.”

Piştî ku Dr. Nadya Hasan tê berdan, yekser vedigere Idlibê, ew wiha behsa hingê dike: “Wê demê li Idlibê di navbera hêzên rejîmê û mixalifan de şerekî dijwar diqewimî. Ez doktor bûm û di nava şert û mercên gelekî giran de dixebitîm. Rojekê El Nûsra hat û ez girtim. Wan jî bi îdîaya ‘sîxurtiya rejîmê’ ez sûcdar kirim. Mîna rejîmê, Nûsra jî gelek êşkence li min kir.”


Xwe avêt bextê Ceyş el-Siwar

Piştî ku ji girtîgeha El-Nusra derdikeve jî Nadya Hasan tê herêma Ceyş El Siwar û wiha behsa hingê dike: “Şukir ji Xwedê re, li herêma Ceyş El Siwar min azadî dît. Niha bi rengekî dilxwaz, em 10 hevalên jin di nava Ceyş El Siwar de cih digirin. Bi temamkirina hejmara xwe re em ê biçin perwerdeyê û hêza xwe ava bikin. Gel û jinên Idlibê wê vê bibînin. Em jin, timî bêparastin hatin hiştin. Lê êdî em ê karibin xwe biparêzin.

Ez dizanim, xwişkên min ên li Idlibê niha êşên gelekî giran dikişînin. Di nava 6 salan de gelek ji mirovên me kuştin. Ji aliyê rejîmê, DAIŞ û El Nûsra ve mirov tên kuştin. Bang li xwişkên xwe yên ji Idlibê dikim; azadiya me di nava têkoşîna QSD’ê de ye. Di nava Ceyş El Siwar de ye. Bila berê xwe bidin me, em bi hev re li ber zilmê rabin û Idlibê azad bikin.”